​​​​​​​Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 106 kesên din mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 106 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin.

​​​​​​​Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 106 kesên din mirin
25 nîsan, 2020   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrusa nû (Covîd-19) de parve kir.

Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 106 kesên din mirin û di 2 hezar û 861 kesî de jî vîrus hatiye tespîtkirin. Bi van daneyên dawî re li Tirkiyê hejmara kesên heya niha ji ber vîrusê mirine bû 2 hezar û 706 û hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin bû 107 hezar û 773.

Her wiha heya niha 25 hezar û 582 kes jî baş bûne.