Ewropa ji bo Lîbyayê banga agirbestê dike, Tirkiyê efseran dişîne

Dewletên Ewropayê banga agirbesta mirovî ji bo Lîbyayê kir. Çavkaniyan diyar kirin ku Tirkiyê efserên Tirk dişîne Lîbyayê.

Ewropa ji bo Lîbyayê banga agirbestê dike, Tirkiyê efseran dişîne
25 nîsan, 2020   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên Almanya, Fransa, Brîtanya û doplomatên Yekitiya Ewropayê bi daxuyaniyekê hevpar banga agirbestê mirovî ji bo Lîbyayaê kirin û bang li hemû aliyên Lîbyayê kirin ku diyalogên aştiyê bidomînin.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Em dengê xwe didin dengê Sekretêrê Giştî yê NY‘yê Antonio Guterres û nûnerên NY‘yê yê li Lîbyayê Stephanie Turku Williams ku banga agirbesta mirovî ji bo Lîbyayê dikin."

Her wiha bang li tevahî aliyên Lîbyayê kirin ji ber meha Remezanê diyalogên aştiyê pêk bînin.

Daxuyanî ji aliyê nûnerê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropa Josep Borrell, wezîrên derve yên fransî Jean-Yves Le Drian, Italytalya Luigi de Mayo û Almanya Haikou Nass ve hate imzekirin.

NY û gelek dewletên Erebî û rojavayî ji ber belavbûna Koronavîrusê banga agirbestê kiribûn. Lê ta niha ev bang nehatiye pêkanîn.

Li gorî NY‘yê ji destpêka Nîsana îsalê ve ji ber şer bi sedan kes hatin kuştin û zêdeyî 200 hezar kes koçber bûn.

Alîkarê Nûnerê Taybet ê Lîbyayê ya NY Stephanie Williams di kongreyeke çapemeniyê de ku bi rêya înternêtê pêk hatibû got: "Çekên ku ji derveyî derbasî Lîbyayê dibin pêla şer xurt kir."

Kenala Arabia li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dixwaze ku çavdêriyeke navdewletî hebe da derbasbûna çekan ji bo Terablusê qedexe bike û got artêşê ji dewletên Ewropayê xwestiye ku çavdêriya derbasbûna çek û çekdaran ji Tirkiyê ji bo hikûmeta Wîfaqê re bike.

Her wiha gotin: "Tirkiyê ji artêşa Tirk  gelek kom şandiye Lîbyayê, di nav de endizyar, hêzên deryayî, endamên peywendiyan û komên plankirina erkan li ser erdê hene."

Çavkaniyan ji kenalê re gotin, hêz û efserên Tirk niha şerên li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi rêve dibin.