Joe Biden soza pejirandina Komkujiya Ermenan da

Bernamzetê serokatiya DYA’yê yê Partiya Demokrat Joe Biden soz da heke di hilbijartinan de bi ser bikeve dê Komkujiya Ermenan a sala 1915`an, bi fermî bipejirîne.

Joe Biden soza pejirandina Komkujiya Ermenan da
25 nîsan, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya The Hill a Amerîkayê, daxuyaniyeke bernamzetê serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden li ser malpera xwe belav kir. Joe Biden di daxuyaniya xwe de wiha got: "Heke em baş têgihên wekî "qirkirina komî" fêrî zarokên xwe nekin, dê peyv bi demê re wateya xwe winda bike. Divê rastî ji nifşên nû re zelal bibin, wekî yên ku ji ber bîranînên xwe azaran dikişînin."

Biden wiha domand: "Heke ez bêm hilbijartin, ez soza pejirandina Komkujiya Ermenan wekî qirkirina komî, didim. Dê dozên mafên mirovan, erka min a sereke bin."

Parlamento û Sanatoyê di sala borî de biryarek derxistibû ku çalakiyên kuştinê yên 1915`an wek ‘qirkirina komî’ bi nav dike. Tevî ku serokê DYA’yê Trump ew kiryar bi "yek ji xirabtirîn sûcên sedsala 20`an" bi nav kir jî, lê belê rêveberiya Trump projeya qanûnê paşguh kir.

Tirkiyê jî bikaranîna têgiha "qirkirina komî" red dike. Berdevkê hikumeta Tirkiyê di 13`yê Kanûna sala borî de hişyarî dabû ku pejirandineke bi wî rengî dê pêşeroja têkiliyên dualî yên DYA-Tirkiyê bixe xetereyê.

Tevî ku serokê berê yê DYA’yê Barack Obama soza pejirandina qirkirina komî dabû jî, lê belê ew sûc qet bi qirkirina komî bi nav nekir.

Rêveberiyên berê ji ber tirsa zirargihandina têkiliyên bi Tirkiyê re ku hevalbenda NATO`yê ye û hevkara wê li Rojhilata Navîn e, komkujî bi qirkirina komî bi nav nekir.

30 welatên cîhanê bi Komkujiya Ermenan itîraf kir. Li gorî daneyan, nêzî milyonek û nîv Ermen di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji aliyê hêzên Osmaniyan ve ku wê demê hevkarên Almanya, Awisturya û Macaristanê bûn, hatine kuştin.

(cx)

ANHA