Hunermendên Kobanê hişyarî der barê aloziya li Zînî Wertê de da

Bi dehan hunermendên Kurd ên kantona Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şerê îxanetê ku ji aliyê PDK`ê ve bi destekdayîna Tirkiyê di salên 90’î de tê kirin, niha li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê dubare dibe. Her wiha bang li eşîrên Kurdan, rêxistin û partiyan kir ku helwestên xwe li beramberî bûyerên li Zînî Wertê diyar bikin.

Hunermendên Kobanê hişyarî der barê aloziya li Zînî Wertê de da
25 nîsan, 2020   09:48
KOBANÊ

Daxuyanî li pêşiya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî ji aliyê endamên Navenda Baqî Xido Dilara Demir û Zîlan Hemo ve hat xwendin. Bi dehan hunermendên Kurd ên kantonê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya hunermendan wiha ye:

"Li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê nelihevkirineke tûj heye. Heke li hemberî wan nelihevkirinên ku xizmeta Kurdan nakin aliyên kurdî li wê derê xwe ranegirin, dibe ku veguhere şerekî çekdarî.

Gelê Kurd gelek bajarên Kurdan wekî Efrîn, Kerkûk, Serêkaniyê û Girê Spî ji dest da û ji ber wê êş û azar kişand. Lewra di van salên dîrokî de, pêwîstiya doza kurdî bi hevgirtina û baweriya di navbera partiyên siyasî de heye. Piştî 100 salan ji parçekirina Kurdistanê û dîzaynkirina nexşerêyeke nû ji Rojhilata Navîn re, nexasim piştî destkeftiyên mezin ku bi saya şoreşa Rojava û fedakariyên şehîdan hatin bidestxistin,  ji bo bidestxistina mafên rewa em her tim yekitiya kurdî wekî bingeheke sereke digirin.

Wekî hunermendên kantona Kobanê ku sembola manewî ya gelê Kurd û cîhanê ne, em bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin ku êdî bi zelalî xuya dike ku amûreke pêkanîna planên qirêjî yên dewleta Tirk e. Ji ber ku dewleta Tirk bi piştgiriya terorîstan nikarîbû Kurdan têk bibe, berê xwe da destwerdana leşkerî li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û hewl da ku şerê birakujiyê û fitneyê derxe.

Em dibînin ku daxuyaniyên dawîn ên serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku hemwextî hebûna 27 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li herêma Kurdistanê bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku ji erdên Başûrê Kurdistanê derkeve, dubarekirina senaryoya şerê îxanetê yê 1992`yan e, ku pêşmergeyan bi piştgiriya Tirkiyê û dewletên rojava li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê şer kir. Ev yek xizmeta ajandeyên dijminên Kurdan dike.

Di çend salên borî de, gerîlayên PKK`ê li hemberî  êrişên DAIŞ`ê yên li ser bajarên Hewlêr, Kerkûk, Celûla, Şengal, Mexmûr û Kobanê, li ber xwe da. Ji ber bajarên Kurdistanê ne bêyî şert parastina wan bajaran kir.

Em bang li tevahî hêzên Kurdistanî yên leşkerî, siyasî, sazî û rêxistinan û hemû eşîrên Kurdan dikin ku helwesteke cidî û pîroz der barê doza kurdî de bigirin. Divê rê nedin ku erdên Başûrê Kurdistanê bibin navenda lîstokeke Tirkiyê ku xwîna keç û xortên ku bi dehan salan li çiyayan parastina vîna gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Kurdistanê dikin, li wê derê bê rijandin."

ANHA