Hêzên hikumeta Sûriyê cihên çeteyan hedef digirin

Hêzên hikumeta Sûriyê di roja 3`yemîn de nuqteyên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Idlibê, bi moşekan hedef digirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê cihên çeteyan hedef digirin
25 nîsan, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumetê herêmên Kensefra, Bara, Bênîn û Kefer Uwêd ên li gundewarên başûrê Idlib û herêma Enkawî ya Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê, bi moşekan hedef girtin.

SOHR`ê diyar kir ku hemwextî bombebaranê, hêzên hikumetê bi çekên giran herêmên li derdora El-Nêreb a gundewarên rojhilatê Idlibê, hedef girtin.

SOHR’ê duh bombebarana hêzên hikumetê ya li dijê herêmên Bara û Kensefira yên Cebel El- Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê, hemwextî firîna balafirên Rûsyayê li asîmanê herêmê, piştrast kiribû.

Piştî civîna sêalî ya Rûsya, Tirkiyê û Îranê ya bi forma Astanayê ku di 22`yê mehê de pêk hat, rageşiya hêzên hikumeta Sûriyê di roja sêyemîn de dewam dike.

(cx)

ANHA