Komkujiya Ermen bi fetweyan pêk hat, da ku `Haya Stan` bidawî bibe

Ermeniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku qirkirina Ermenan ji bo bi dawîkirina "Haya Stan" û guhertina sîfetên wan e. Ermeniyan bang li Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Ermen kirin ku ji bo vejandina çanda Ermenan bixebitin.

Komkujiya Ermen bi fetweyan pêk hat, da ku `Haya Stan` bidawî bibe
25 nîsan, 2020   05:22
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Osmanî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê di navbera salên 1914 û 1918’an de komkujiyek li ser gelê Ermen, Êzidî û Suryan ên li Tirkiyê pêk anî. Zêdeyî milyon û nîvî Ermen hatin qetilkirin û bi sed hezaran penaberî dewletên derdorê bûn.

Her sal 24‘ê Nîsanê Ermen şehîdên qirkirinê bi bîr tînin.

Ermeniyên bajarê Hesekê derbarê encamên qirkirinê û dersên jê girtine ji ANHA‘yê re axivîn.

‘ARMANC BIDAWÎKIRINA "HAYA STAN" Û GUHERTINA SÎFETA ERMENAN BÛ’

Semîr Mihemed Şerîf (50) got: "Ez ji pêkhateya Ermen im, lê wekî pêkhateya Kurd têm hesibandin. Ev sîfet ji ber her ferdekî nayê qebûlkirin. Ji her kesek Ermenî re Haya Stan tê gotin, yanî warê avê. Dema hewl didin dîroka xwe vebêjim, pir zehmetiyan dikşînim, ji ber ku av tev li xwînê bû û qirêj bû.”

Qirkirina Ermenan di navbera sedsala 19‘an û destpêka sedsala 20‘an de bû. Pêvajoya yekemîn jê re dibêjin pêvajoya Hemîdiye. Ji ber ku dema serweriya Sultan Ebdulhemîd sala 1876 heta 1909‘an de ye. Em dibînin ku doz û qirkirina Ermen lîstokek di navbera hemû dewletan bû.”

JI BO QETILKIRINA ERMENAN FETWE DERXISTIN

Şerîf destnîşan kir ku di sala 1884‘an de Sultan Ebdulhemîd ji bo qetilkirina Ermenan li fetweyan geriya. Ev erk da Seyîd Helîm Paşa ku destûr da qetilkirin û sergûnkirina Ermenan. Şerîf anî ziman ku: "Em bûn qurbaniyên etnîkî û olî. Qirkirina Ermenan 30 salan dewam kir."

Mihemed Şerîf diyar kir ku di sala 1910‘an de dewlet kom bûn û li ser dûbarekirina qirkirina Ermenan li hev kirin û wiha domand: " Ev lihevkirin heta sala 1915‘an dewam kir. 8‘ê Nîsanê hikûmeta Itîhad û Terakî biryar da ku dest bi qirkirineke nû bikin. Lîderê Ermenan girtin, çekên ji bo parastinê yên di destê wan de desteser kirin. Piştre dest bi qirkirin û koçberkirinê kirin. Li ser vê yekê Ermen bi pêlan ji Tirkiyê derketin. Hejmarek kêm gihiştin herêma Cizîrê. Yên din hatin kuştin an girtin. Di 1‘ê Hezîrana heman salê de Talat Paşa derket û got, ‘em dikarin pêkhateya Ermen di demeke kurt de di nava 3 mehan de tune bikin. Sultan Ebdulhemîd di salên 30 de nikarîbû’. "

QIRKIRINÊ ERMEN BER BELAV KIRIN, DIVÊ RÊVEBERIYA XWESER KAR BIKE

Mihemed Şerîf destnîşan kir ku ji ber wê komkujiyê pêkhateya Ermen bi temamî berbelav bûye û dewletên mezin ew tune kirin.

Semîr Mihemed Şerîf di dawiyê de bang kir û got: "Divê pêkhateya Ermen vegere dîrokê, pirtûkan baş bixwîne û kevneşopiyên xwe bernede. Lê barê mezin a Rêveberiya Xweser divê alîkariya Ermenan bike da ku dîroka Ermen eşkere bibe. Dibistanên fêrkirina zimanê Ermenî veke û bi wan re bibe alîkar da ku kevneşopiyên xwe vejînin."

Hêvîn Mihemed Îsa (30) got: "Komkujiya Ermenan ji hovantirîn komkujiyên ku li cîhanê rû dane ye. Tê de jin, zarok û mêr hatin kuştin. Jin hatin frotin. Heta pitik di zika dayîkên xwe de hatin qetilkirin. Temenmezin jî li ber çavên zarok û neviyên xwe hatin îşkencekirin."

Hêvîn di dawiya gotinên xwe de komkujî şermezar kir.

ANHA