Li Tirkiyê 109 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 109 kesên din ji ber Koronavîrusê mirin.

Li Tirkiyê 109 kesên din ji ber Koronayê mirin
24 nîsan, 2020   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand ku di 24 saetên dawî de 109 kesên ji ber Koronayê mirine û 3 hezar û 122 kesên din bi vîrusê ketine.

Bi vê yekê li Tirkiyê hejmara kesên ji ber şewbê mirine gihişte 2 hezar û 600 kesî.

Her wiha 104 hezar û 912 kes jî bi şewba Covîd-19 ketine.