'Kurdistan ne ya partiyekî tenê ye'

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker a serke, afirandina şerek Kurd-Kurd e. Her wiha bang li aliyên Kurd kir ku ji bo yekitiya Kurd kar bikin û rê nedin dijminên Kurdan ku wan nakokiyan bikar bîbin û got: "Her beşek ji Kurdistanê ya Kurdan hemûyan e, ne ya partiyekê ye."

'Kurdistan ne ya partiyekî tenê ye'
25 nîsan, 2020   04:35
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Bertekên li hember şandina hêzan ji bo devera Zînî Wertê ya bi ser herêma başûrê Kurdistan'ê de zêde dibin. Kurdistanî şandina hêzên PDK'ê weke planeke şerê navxweyî yê kurdan bi nav dikin û daxwaz dikin hêza ku hatiye şandin paşde vekişe. 

TIRKIYE HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE

Di vî warî de endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso got: “Dema em vegerin dîroka Kurd, em dibînin ku partiyên Kkurd lihev nekirine. 42 îmarat her tim lihev kom dibûn lê ne dibûn yek. Lewra ew hemû li dû hev hilweşîn. Em niha di pêvajoyek hesas re derbas dibin. Nakokiya li başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Tirk li dijî Mexmûrê, dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, ev hemû planek e. Tenê dewleta Tirk a dagirker sûd ji wan nakokiyan digire. Armanca wê ya sereke, afirandina şerek Kurd-Kurd e. Ger Kurd lihev bikin û bibin yek wê gelek destkeftî bidest bixin û armancên Kurd pêk werin."

Hiso got: "Dewleta Tirk bi carekê hebûna Kurd li tevahiya axa Kurdistanê qebûl nake. Piştî ku PDK`ê hêzên xwe li herêma Zînî Wertê kom kirin, bi taybet ku destpêkê ne li wir bû, metirsiyan çêdike. Ku dijmin vê derfetê bikar bîne û şerek birakujî biafrîne. Kurdistan a Kurdan hemûyan e, ne tenê ya partiyekê ye."

‘RÊVEBERIYA BAŞÛR ÇIMA JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER NAXWAZE KU JI HERÊMÊ DERKEVE?’

Hiso di nav gotinên xwe de îşaret pê kir ku planên dewleta Tirk a dagirker yên ku Kurdistanê kir çar parçe û got: "Kurdistanê bi her çar parçeyên xwe yek e. Lê dijmin di encama lihevkirinên kevn de parçe kirin. Niha Kurdistanê ji hêla dewletên dagirker ve Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê tê birêvebirin. Em li ser axa xwe ne. Dema em bang li mafên xwe bikin, ev ne daxwaz e lê belê mafek rewa ye."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê pirsî: "Ji berê ve nuqteyên PKK`ê li başûrê Kurdistanê hene. Çima hikumeta başûr beriya niha jê nexwest ku vekişe? Tevî ku li herêmê zêdetirî 27 bargehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û istixbarata wê hene. Em baş dizanin ku armanca Tirkiyê ya sereke herêmê dorpêç bike û Erdogan li ser vê bingehê kar dike."

Hiso wiha pê de çû: "Dema rêveberiya başûr referandoma serxwebûna Kurdistanê ragihand, tevahiya Kurdan bi biryarê re bûn yek. Lê Erdogan êrişî herêmê kir û gefa birçîkirin û dorpêçê li wan xwar. Tirkiye di dema ku cîhan hewl dide Koronavîrusê tune bike, êrişî doza Kurd dike."

Di dawiya gotinên xwe de Hiso wiha axivî: "Em bang li herkesi dikin ku ji bo pêkanîna yekitiya Kurd kar bikin. Ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, Kongreya Netewî lidar bixin. Ji berjewendiyên partiyetî û kesayetî dûr bikevin û nehêlin dijminên gelê Kurd nakokiyên di navbera wan de bikar bînin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mvUE2MJlmjA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>