HPG: Li Şirnex û Colemêrgê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê daxuyand ku gerîlayên wan li Şirnex û Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine û 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Her wiha di çalakiyan de gerîla ketine çeperên leşkerên Tirk û dest daniye ser çek û cebilxaneyê.

HPG: Li Şirnex û Colemêrgê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
24 nîsan, 2020   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên xwe de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çalakiya wan a li Şirnexê de leşkerek hatiye kuştin û wiha daxuyand: “Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever de 22'yê Nîsanê saet 11.00'an li Şirnexê herêma Cûdî, di navbeyna gundê Gabarê û qadên Suwara de çalakiyek bire ser artêşa TC'ê ya dagirker ku leşkerên dagirker li ser girekî bi cih bûbûn. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatine xistin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî kirî, bi saxî û silametî gihaye ser cihê xwe.”

HPG’ê têkildarî çalakiya li navçeya Gever a Colemêrgê wiha ev agahî dan: “Di çarçoveya Pêngava  Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 23'yê Nîsanê saet 09.00'an li Geverê ya Colemêrgê, li dijî artêşa TC'ê a dagirker ku li Girê Şehîd Derman bi cih bûbûn, çalakiyek kiriye. Hêzên me ji aliyan ve li kozikên dijmin daye û bi ser kozikên wan de girtiye. Hêzên me yên ku ketine kozikên dijmin 3 leşkerên dijmin kuştine û dest li ser çekeke otomatîk a BKC'yê, 1 MPT-76 a piyadeyan û Dragunov/Qenasê û dûrbîna wê danîne. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihaye ser baregeha xwe.”

Her wiha HPG’ê da zanîn ku balafirên şer ên artêşa Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirine û wiha lê zêde kir:  “23'yê Nîsanê balafirên şer ên artêşa TC'ê ya dagirker êrişa hewayî aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de balafirên şer saet 09.00'an qada Werxelê ya herêma Avaşînê, saet 16.00'an qada Çemço ya herêma Zapê, saet 17.00'an qada Şehîdlikê ya herêma Metîna bombe kirine.”

ANHA