Garbît Manok: Dewlet Tirk komkujiyên bapîrên xwe yên Osmanî didomîne

Ji rêveberên Şaredariya Gel a Qamişloyê Ermen Garbît Manok Komkujiya Sefo ya li ser Ermen, Asûr, Keldan û Suryanan şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk mîrasgirê Osmaniyan e û hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Garbît Manok: Dewlet Tirk komkujiyên bapîrên xwe yên Osmanî didomîne
24 nîsan, 2020   07:35
QAMIŞLO-BASIL REŞÎD-ŞEYMA ELÎ

24`ê Nîsanê salvegera 105`an a Komkujiya Sefo ye ku Osmaniyan di sala 1915`an de li ser Ermen, Asûr û Suryanan pêk aniye. Di wan komkujiyan de milyonek û 500 hezar jin, zarok û mêr hatin qetilkirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Buroya Rêveber a Şaredariya Gel a Qamişlo Garbît Manok ê ji pêkhateya Ermen, ji ANHA’yê re axivî.

Manok di destpêka axaftina xwe de got: “Îro ev komkujî ji hêla neviyên Osmaniyan ve berdewam in. Di sala 2007`an de dewleta Tirk rojnamevanê ermenî Hrant Dînk ê ku doza xwe dişopand, kuşt.”

Hirant Dînk rojnamevaneke Ermenî yê ji Tirkiyê bû. Rojnameya `Agos’ ava kir û bi zimanê ermenkî û tirkî weşand dikir. Her wiha wek edîtorê rojnameyê dixebitî. Dînk xwest ku Agos bibe dengê muxalefeta Tirkiyê,  ya demokratîk da ku rastiya pergalê û tunebûna edaletê li hemberî civaka Ermenî aşkera bike. Dînk heya sala 2007`an serokê edîtoryaya rojnameyê bû.

Garbît Manok axaftina xwe wiha domand: “Ji bo Ermen, Asûr, Suryan û gelek gelên din ên ku rastî qirkirinê hatine, 24`ê Nîsanê dîrokeke biêş e. Ruxmî derbasbûna zêdetirî 100 salî li ser komkujiyan re, lê hîna zarok û nifşên bê fêr dikim ku divê dev ji parastina doza xwe, cezakirina sûcdaran û neviyên wan bernedin.”

Manok destnîşan kir ku dewleta Osmanî ne tenê komkujî li ser Ermen û Suryan pêk anîn, heman demê de gelek kêmnetew û gelên bindest rastî komkujiyên wan hatin û tên. Manok komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd a  bakurê Kurdistanê heta Rojava ji Efrînê heya herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bibîr xist.

Manok wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dewleta Osmanî hertim desteka terorê dike. Bi hezaran sivîl ji herêmên wan ên ewle dide koçberkirin û demografiya wan herêman diguhere. Îro jî neviyê wê heman rêgeza pêşiyên xwe yên osmanî di pêkanîn komkujiyan, guhertina demografîk û qirkirina pêkhateyan de pêk tînin."

Manok bang li tevahiya dewletên cîhanê kir ku bi awayekî fermî bi komkujiyên nijadî yên dewleta Osmanî û neviyê wê dewleta Tirk li ser Ermen, Suryan, Asûr û Kurdan îtîraf bikin û Tirkiyê ji ber tevahiya sûcên ku kirine darizînin û dagirkirina wê ya axa Sûriyê bidawî bikin.

‘DEWLETA TIRK A DAGIRKER ARMANC DIKE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK TÊK BIBE’

Di dawiyê de Garbît Manok destnîşan kir ku Tirkiye mîrasgirê Împaratoriya Osmanî ye û wiha got: “Dewleta Tirk niha hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe. Ev projeya ku nûnertiya nirxên gelan, rastiya yekitiya çaranûsê di jiyana hevbeş û biratiya gelan de dike. Di dirêjahiya salên pêkanîna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û biratiya gelan de, xwîna tevahiya pêkhatiyên herêmê tevlihev bûye. Bê cudahî axa xwe ji tevahiya komên çete yên dewleta Tirk diparêzin. Em dibînin ku projeya neteweya demokratîk ji bo jiyana hevbeş a gelan, nimûneyeke nû û serkeftî ye."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eZNgfXU-0oY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>