‘Divê gelê Başûr li dijî dewleta Tirk rabe serhildanê‘

Siyasetmedar Welîd Dîngilî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker rabe serhildanê.

‘Divê gelê Başûr li dijî dewleta Tirk rabe serhildanê‘
24 nîsan, 2020   07:47
ŞEHBA  - XANDÎ ELO- MEDYA HENAN

Li herêma Zînî Wertê ya parêzeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê aloziyeke leşkerî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de rû dide. Hemwextî wê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker didomin. PDK hêzên xwe li devera nêzî çiyayê Qendîlê bi cih dike.

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd nerazîbûn nîşanî vê aloziyê didin.

Siyasetmedar Welîd Dîngilî ji ANHA‘yê re destnîşan kir ku ev plan metirsiyeke mezin li ser pêşeroja Kurdan çêdike. Dengelî got dibe ku ev alozî bibe sedema şerekî navxweyî.

Welîd Dîngilî wiha axivî: “PDK, li gel dewleta Tirk a dagirker a ku tunebûna Kurdan dike armanc, hevkariyê dike. Li hemberî vê aloziyê ji hemû aliyên kurdî tê xwestin ku hêza xwe li hemberî Tirkiyê bikin yek."

Dîngilî got: “Planên leşkerî yên Tirkiyê hene da ku herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike û têkoşîna tevgera rizgariya Kurdistanê têk bibe.”

‘DEWLETA TIRK PDK‘Ê WEK ALAVEKÊ BI KAR TÎNE‘

Welîd Dîngilî destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftî û serkeftin qezenc kirine, ev yek li rihetiya dewleta Tirk naçe. Dîngilî axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk niha PDK‘ê li Başûrê Kurdistanê wek alavekê bi kar tîne da ku dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike, îrade û destkeftiyên gelê Kurd têk bibe."

Dîngilî destnîşan kir ku planên dewleta Tirk a dagirker dê encamên xirab û şerekî navxweyî bi xwe re bînin.

Welîd Dîngilî destnîşan kir ku ji her kesî tê xwestin ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine, ne ku li hemberî hev eniyan vekin. Dîngilî wiha domand: “Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Divê gelê Kurd yekitiya xwe çêke, ne ku planên dewleta Tirk pêk bîne.”

Siyasetmedar Welîd Dîngilî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker rabe serhildanan. Her wiha bang li tevahî aliyên Kurd kir ku yekrêziya xwe çêkin û ji bo berjewendiyên Kurdan bixebitin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S11i8EsGbHk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>