​​​​​​​Îro civîneke sêalî der barê rewşa Sûriyê de li dar dikeve

Li gundewarên başûrê Idlibê, bombebaran û topbarana di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û komên çeteyên girêdayî Tirkiyê de di roja 2`emîn de dewam dike. Ev yek beriya destpêkirina civîna Astana ya her sê dewletên garantor a der barê pêşketinên dawî li Sûriyê de, pêk tê.

​​​​​​​Îro civîneke sêalî der barê rewşa Sûriyê de li dar dikeve
22 nîsan, 2020   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku şeva sêşemê hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên girêdayî Tirkiyê cihên hev ên li herêmên li Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê, topbaran û bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Kensefira, El-Bara û El-Fitêra yên Cebel El-Zawiyê li gundewarên başûrê Idlibê, hedef girtin. Her wiha komên çeteyên girêdayî Tirkiyê nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefermûs a li Çiyayê Şehşebo, topbaran kirin. Topbaran hemwextî firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê, pêk hat.

Li herêmên qaşo "bê çek" ji 5`ê Adara borî dema ragihandina agirbestê de, agirbest tê binpêkirin.

Hemwextî serdana wezîrê derve yên Îranê Mihemed Cewad Zarîfî û ragihandina wezareta derve ya Rûsyayê lidarxistina civîna Astana ya sêalî  (Rûsya-Tirkiyê-Îran),  hêzên hikumeta Sûriyê topbarana herêmên li Idlibê zêdetir kir.

Di heman der barê de, SOHR`ê piştrast kir ku hêzên hikumeta Sûriyê topbarana nuqteyên komên çeteyên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin, duh sêşemê dewam kir û gundên Merbilît, Bênîn, El-Cerade, El-Bara û Filêfil ên gundewarên başûrê Idlibê hedef girtin.

Beriya wê jî, roja duşemê gundên Kefer Uwêd, Merbilît, San, Salihiyê, derdora Avis, El-Fitêra û Kensefra yên gundewarên Idlbiê bi moşekan hatibûn bombebarankirin, lê belê agahiyên der barê windahiyên canî de bi dest neketibûn.

Tê payîn ku her sê aliyên garantorên doza Sûriyê (Rûsya, Tirkiyê, Îran) îro der barê pêşketinên dawî yên li Sûriyê de, civînekê bi formata Astana li dar bixin.

(cx)

ANHA