​​​​​​​Îranê peykeke leşkerî şand fezayê

Îranê ragihand yekemîn peyka leşkerî ya bi navê ‘Nûr’ bi serkeftî şandiye fezayê.

​​​​​​​Îranê peykeke leşkerî şand fezayê
22 nîsan, 2020   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sepahnewsê Îranê peyka bi navê "Nûr" şande fezayê. Hate ragihandin ku peyk ji çola Markazî hatiye şandin.

Rêveberiya DYA’yê jî diyar dike ku Tehran bi rêya şandina peykê dixwaze hêza xwe ya li qada fuzeyên balîstîk biceribîne.

Artêşa Pasdaran a Îranê jî ragihand ku peyk bi 425 kîlometreyî li dora dinyayê bi cih bûye.

Îranê gelek caran hewl da peykê bişîne, lê her carê bi ser neket. Herî dawî di meha Sibatê de peyka bi navê ‘Zafer 1’ şandibû, lê serkeftî nebû.