Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Ne dîrok û ne jî gelê me dê lêborînê li wan neke

Rewşenbîrên herêma Cizîrê li ser rewşa Zînî Wertê bi daxuyaniyekê kiryarên hin aliyên kurdî ku li dijî berjewendiyên gelê Kurd kar dikin ji bo pêxistina şerekî birakujiyê, şermezar kirin û got "Em dibêjin ne dîrok û ne jî gelê me dê lêborînê li wan kesan neke."

Rewşenbîrên herêma Cizîrê: Ne dîrok û ne jî gelê me dê lêborînê li wan neke
22 nîsan, 2020   10:03
QAMIŞLO

Der barê nakokiyên li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê de rewşenbîrên herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Parka Xwendinê ya Qamişlo bi amedebûna endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêm Cizîrê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rêwşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêyî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Gelê me yê berxwedêr, welatparêz, rewşenbîr û xemxurên destkeftî û qurbaniyên gelê Kurd ji bo azadiyê,

Diyar e ku axa Kurdistanê di nava dagirkeran de bi peyman û lihevkirinên mêtingeran hatiye parvekirin, ji derveyî nêrîn, xewn, daxwaz û hêviyên gelê me yê ku bûye armanc ji çewisandin, pişaftin û înkara hebûna wî re, bi taybet dewleta faşîst a Tirk di dirêjahiya dîroka wê ya bixwîn de.

Di rewşeke wiha de gelê me neçar bûye ku şoreş li pey şoreşan li dar bixe, ji bo ku xwe bigihîne asta gelên cîhanê, rûmet û azadiya xwe bi dest bixe, piştî kaniyên xwînê û çiyayên ji bedena şehîdan, gelê me dikarîbû pir deskeftiyan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest bixe.

Lewra dijminên azadiyê, dagirkerên axa Kurdistanê û bi taybet faşîzma AKP’ê şerekî bênavber li hember gelê me ragihandiye. Şerekî ku hebûn û nebûna xwe tê de diyar dike. Bêguman berxwedan û beramberiya bi faşîstekî wiha re, ji bo gelê me jî berxwedana hebûn û nebûnê ye. Banga yekitiya tevgera kurdî û derbaskirina hemû nakokiyên navxweyî ji hêla rewşenbîr, welatparêz û berxwedêrên azadiyê ve bilind bûye, ji bo rêgirtin û têkbirina plan û dek û dolabên neyaran û parastina destkeftiyên ku berhemên bi hezaran şehîdan in. Lê mixabin ji ber zîhniyeta malbatî, partîtî û serdestiyê, çawa ku Başûrê Kurdistanê di serdemên berê de şerê birakujiyê lê çêbûye ku bi hezaran  ciwanên me bûne qurbanî, ji berjewendiyên malbatî û partîtî re.

Îro jî li ser wê zîhniyetê dagirkerên Kurdistanê û bi taybet faşîzma Tirkiyê planên xwe yên qirêjî ava dike û Kurdan bi destê Kurdan ber bi şerekî qirkirin û xwekujiyê ve dikişîne. Di serî de tevgera azadiyê û her wiha di pey re jî tevahiya destkeftiyên gel armanc dike, li tersî hin bihaneyan û sedemên ku hin aliyên siyasî diyar dikin ji bo rewakirina tevgerên metirsînak ên li Zînî Wertê û deverên nêzîkî Qadên Parastinê yên Medyayê ku deverên stratejîk in, her Tirkiyê hewl daye desteser bike.  Lê ji ber berxwedana şervanên azadiyê bi ser neketiye, lê hêvî dike bi destê Kurdan xewnên xwe pêk bîne.

Em wek rewşenbîrên herêma Cizîrê û dema ku em ji hêzên kurdistanî  hêvî dikin ku berjewendiyên gelê Kurd û destkeftiyên wî di jora razîkirina dewletên herêmî û planên wan re bigirin, her wiha dan û standin û diyalogê bidine pêş . Em di eynî demê de bi tundî hewldanên çi aliyan be ji bo pêxistina şerekî birakujiyê ku dê nekeve berjewendiya çi aliyên kurdî, ji bilî ku dê bikeve xizmeta dagirker û faşîzma Tirkiyê,  şermezar dikin  û em dibêjin ne dîrok û ne jî gelê me lêborînê dê li wan neke." 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BOV--FUeEOQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>