Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn

Dewleta Tirk di çarçoveya polîtîkeyên guhertina demografya  herêmên ku dagirkirine de bi sedan malbatên çeteyan li Girê Spî bi cih kir.

Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
Kerwanekî din ê malbatên çeteyan derbasî Girê Spî bûn
21 nîsan, 2020   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku 150 erebe ji bajarê Cerablusê dihat derbasî bajarê Girê Spî ya dagirkirî bû. Di wan erebeyan de zêdetirî 600 kes ji malbatên çeteyên Tirkiyê û xelkên Xûta, Humis û Idlibê hebûn.

Çavkaniyan ji bajarê Cerablusê eşkere kirin ku "Meclisa herêmî " ya girêdayî dewleta Tirk qeydkirina navên malbatên çeteyan didomînin da ku wan li gorî beşan li bajarê Girê Spî bi cih bikin.

Di demekê de ku cîhan bi têkoşîna li dijî Koronavîursê mijul e, dewleta Tirk ji vê rewşê sûdê digire da ku polîtîkeyên guhertina demografî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî pêk bîne. Di 7‘ê Nîsanê de dewleta Tirk  19 kerwanên malbatên çeteyan derbasî Serêkaniyê û Girê Spî kirin.

ANHA