Covid-19: Li Filistînê 461 kes nexweş ketine, li Îsraîlê 181 kes mirin

Li Filistînê 461 kes bi Koroanvîrusê ketine, li Îsraîlê hejmara kesên ji ber vîrusê mirine derket 181.

Covid-19: Li Filistînê 461 kes nexweş ketine, li Îsraîlê 181 kes mirin
21 nîsan, 2020   14:09
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hejmara kesên ku li Difaya Xerebî û bajarê Qudisê bi Koronayê eşekere kir. Wezîra Tenduristiyê Mey Kîla anî ziman ku heta vê sibehê di tu kesî de vîrusê nehatiye tesbîtkirin.

Mey Kîla diyar kir ku li Qudis a dagirkirî 132 kesên nû bi vîrusê ketine bi giştî hejmara kesên ku bi vîrusê ketine bû 461.

ji aliyê xwe ve serokê hikumeta Filistînê Mihemed Aştiye girtina tedbîrên nû ji bo hêsankirina tevger û kar ragihandin. Li gorî asta belavbûna vîrusê parêzgeh dabeşî du beşan dibin.

Aştiye di kongreyek duh de bi bîr xist: "Ev biryara nû li gorî pîvanên tenduristî ji bo kontrolkirina belavbûna Koronavîrusê, li gorî pîvanên aborî  da ku tevgera aborî hêdî hêdî vegere û li gorî pîvanên pispor ji bo berdewamkirina karantînaya parêzgehan, hate dayîn. "

Têkildarî heman warî wezareta tenduristî ya Îsraîlê vê sibehê ragihand ku hejmara miriyên ji ber koronvîrusê li welêt zêde bûye û gihaştiye 181 kesan. Hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 13 hezar û 883 kesan.

Wezaretê destnîşan kir ku rewşa 9 hezar û 72 nexweşan sivik e û di karantînayên di otêl û malan de di bin çavdêriya tenduristî  de dimînin. Di nexweşxaneyan de 521 nexweşên ku rewşa wan navîn û xeter in dimînin. Di nav de 113 kes bi amûrên nefeskişandinê hate girêdan. Ji aliyekî din ve diyar kir ku 4 hezar û 353 nexweş baş bûne.

Çapemeniya Îsraîlê destnîşan kir: "Daneyên girêdayî tenduristiyê, nexweşên ku rewşa wan xeter in bi rêjeya ji sedî 5.4 sivik dibin û 142 nexweşên ku rewşa wan xeter e belge kirin. Nexweşên ku rewşa wan kirîtîk e bi rêjeya ji sedî 0.9 kêm bû. Lê hejmara miriyan bi rêjeya ji sedî 4.62 bilind bûye. Di 24 saetan de 9 nexweş mirine di nav de 4 kes ku di çend saetên dawîn de mirine."

Têkildarî mijarek din hêzên deryayî yên Îsraîlê li deryaya Xezayê êrişî nêçîrvanên filistînî kirin. di encamê de nêçîrvanek birîndar bû. Her wiha artêşa Îsraîlê di berbanga Sêşemê de serde deverên cuda li Difa Xerbiyek kir û hejmarek ciwanên filistînî girtin. Bi awayekî sînordar hêzên xwe di nav zeviyên Xezayê de belav kir.

(şx)