Hunermendên Rojava banga diyalogê di navbera partiyên kurdî de kir

Hunermendên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li ser nakokiyên ku li Zînî Wertê pêk tên, nîşan da û bang li partiyên kurdî kir û got "Dest bi diyalogê bikin û şerê hev nekin .”

Hunermendên Rojava banga diyalogê di navbera partiyên kurdî de kir
21 nîsan, 2020   10:45
QAMIŞLO

Der barê nakokiyên ku li Başûrê Kurdistanê de diqewimin, hunermendên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo da.

Di daxuyaniyê de hunermendên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê amide bûn. Daxuyanî ji aliyê Nisrîn Heyder ve hat xwendin.

Daxuyaniyan hunermendan wiha ye:

"Herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê di van çend rojên dawîn de bû navenda gengeşeyê.

Di encama nakokiyên partiyên Başûrê Kurdistanê de bû encam ku alozî li wê herêmê rû bide ku dibe di demên pêş de kûr bibin û encamên xerab bi xwe re bîne. Em vê rewşa hestiyar dişopînin, hêvî ji aliyan dikin ku vê rewşê deynin aliyekî ku parçebûn nekeve nav mala Kurdan. Em tekez dikin ku nakokiyên aliyên kurdî, wê encamên xerab bi ser Kurdan de bînin û dikeve xizmeta neyarên Kurdistanê, ger ev alozî berdewam bike dê mala Kurdan li Başûrê Kurdistanê parçe bibe, qezencên dîrokî yê gelê me dê wêran bibin. Hêzên herêmî ku li wê herêmê hene ku çavên xwe bera welatê me dane, lîstok û kiryaran pêş dixîne ku tûşî van lîstokên xapînok nebin, ger tiştekî wisa çêbe û guhdan bi lîstokan bû dê şerekî birakujî rû bide û encamên erênî bi xwe re nayne.

Lewra em bangewaziyê li hemû aliyan dikin ku dest bi diyalogê bikin, şerê hev nekin, bi rê û rêbazên leşkerî.

Di dîroka Kurdistanê de mînak pir in ku dijmin û neyaran xwestiye ku şerekî di nava Kurdan de gur bikin, da ku destkeftî û tevgerên bo çewisandina mafên Kurdan lawaz bikin, lewma hizra di berjewendiya kurdî de, hevpeymana hêzên kurdistanî yên siyasî û leşkerî, ew tekane rêye ku planên dijminan têk bibin ku nahêlin Kurd bigihêjin pêkanîna xewnên xwe.”

ANHA