​​​​​​​Li herêma Firatê alîkarî li malbatên xizan tê belavkirin

Desteya Kar û barên Civakî ya herêma Firatê dest bi belavkirina beşa yekemîn ji alîkariyan li malbatên xizan kir.

​​​​​​​Li herêma Firatê alîkarî li malbatên xizan tê belavkirin
21 nîsan, 2020   10:19
KOBANÊ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya demekê daxuyaniyek da û pişterast kir ku amadekariyên madeyên xwarinê dikin ku li malbatên xizan li hemû kanton û rêveberiyên xweser belav bike. Her wiha qedexekirina çûn û hatinê ji 23`yê Adarê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê bigirin.

Tevî tevliheviya di hejmara malbatên xizan de ku ji aliyê meclisên taxan "Komîn" ve ji desteya Karûbarên Civakî re hatine şandin û xebatên bi hevrûkirina bi hejmara niştecihên herêmê di nava heftiya derbasbûyî de, desteyê hezar û 700 malbat xist nava lîsteya ku dê alîkariyê bigire ku malbatên pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Pakêtên xwarinê îro bi rêya komîteyên girêdayî wê li bajarokên li herêman hatin belavkirin. Di nav de madeyên xwarinê û paqijiyê hene.

Beşa yekemîn ji alîkariyan dê li malbatên xizan ên navçeya Şêran (200 pakêtên xwarinê) were belavkirin, bajarokê Taşlok (80 pakêtên xwarinê) her wiha li bajarokê El-Rimala (80 pakêtên xwarinê) û li El-Qadiriyê ya başûrê herêma Firatê (80 pakêtên xwarinê).

Belavkirina madeyên xwarinê dê heta roja Çarşemê dewam bike. Alîkarî dê li 5 bajarokan were belavkirin (Qenaya, Bilik, Til Xezal, Bender û Çelebiyê). Malbatên xizan ên li bajarê Kobanê dê roja pênşemê alîkariyê wergrin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexekirina çûn û  hatinê di heftiya 5`emîn de, ji bilî saziyên xizmetguzariyê, dewam dike.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T4Ncfr2LyR4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>