‘Tu bi xêr hatî Remezan’ gelê Misirê dê wiha meha pîroz pêşwazî bike

Ruxmî belavbûna Koronavîrusê û encamên wê li ser jiyana mirovan, ferzkirina qedexeya derketina derve li piraniya cîhanê, lê gelê Misirê dev ji kevneşopiyên xwe yên dîrokî bernade. Dê meha Remezanê bi druşma ‘Tu bi xêr hatî Remezan’ pêşwazî bikin.

‘Tu bi xêr hatî Remezan’ gelê Misirê dê wiha meha pîroz pêşwazî bike
‘Tu bi xêr hatî Remezan’ gelê Misirê dê wiha meha pîroz pêşwazî bike
‘Tu bi xêr hatî Remezan’ gelê Misirê dê wiha meha pîroz pêşwazî bike
‘Tu bi xêr hatî Remezan’ gelê Misirê dê wiha meha pîroz pêşwazî bike
20 nîsan, 2020   07:02
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Çend rojên din Remezan destpê dike. Gelê Misirê jî li tevahiya parêzgehên welêt kolanên sereke û şaxî û malên xwe xemilandin û druşma `Tu bi xêr hatî Remezan` hildan.

Gelê Misirê li ser malperên toreya civakî bi rasthatina meha pîroz re hev du pîroz kirin û wêneyên ku çawa herêmên xwe xemilandine parve kirin. Da ku giyana şadiyê tevî mercên dijwar ku welat ji ber Koronavîrusê tê re derbas dibe belav bikin.

Civaka Misirê bi ayînên taybet meha pîroz pêşwazî dikin. Kolan û malên xwe bi fanos û çire dixemilînin. Yamîş yanjî çirizandin ji kelûpelên bingehîn ên ku di vê mehê de tê xwarin. Tevî kombûna malbatê, vexwandnameyên ser fitarê û rûniştina heya derengiya şevê ya ku li navendên olî mîna Seyda Zêneb û El-Husên li dar dikevin. Lê teqez e ku îsal ev kevneşopiyên dîrokî wê çênebin ji ber pêkanîna tedbîrên hişyariyê û tenduristiyê li dijî Koronavîrusê.

Zarok û ciwan jî her sal bi xemilandina kolanan mijul dibin. Bi vî awayî kefxweşiya xwe bi hatina meha pîroz rave dikin. Xemilandina kolanan ji kaxiz ji kevneşopiyên kevnar ên Misirê ne.

(şx)

ANHA