Li gel belavbûna Koronavîrusê xeterî li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan heye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê rave kir ku li gel belavbûna Koronavîrusê li girtîgehên Tirkiyê, ew li ser tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bi fikar in. Şêniyan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku destûr bide parêzer û malbatan ku serdana rêber Ocalan bikin.

Li gel belavbûna Koronavîrusê xeterî li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan heye
20 nîsan, 2020   06:08
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk binpêkirinên xwe li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne.

Di dema ku Koronavîrusê di girtîgehên Tirkiyê de belav dibe de, dewleta Tirk hîna hevdîtinên malbat û parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re qedexe dike.

Ji ber wê şêniyên navçeya Dirbêsiyê metirsiyên xwe li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.

Şêniyê bi navê Zêdan Nûh got: "Koronavîrus li tevahiya cîhanê belav bûye. Li Tirkiyê jî gelek nexweş hene. Hêjmara miriyan jî zêde ye. Ev jî dihêle em li ser rewşa rêbertiya xwe bi fikar bin."

Nûh bal kişand ser ku dewleta Tirk bi qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê bi rêber Abdullah Ocalan re tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike û got: "Divê rêxistinên mafên mirovan û NY`yê erka xwe ya mirovî bînin cih û zextê li Tirkiyê bikin ku rewşa Rêbertî bizanin.”

Şêniyê bi navê Tariq Dadûş destnîşan kir ku li gel belavbûna vîrusê xeterî li ser jiyana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de heye û got: "Em dixwazin rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin."

Dadûş destnîşan kir ku desthilatên Tirkiyê û rêxisitnên mafên mirovan wê berpirsyariya çaranûsa rêber Abdullah Ocalan wergirin. Her wiha bang  kir ku yekser mudexele bikin û tecrîdê bidawî bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZS8hsqEMsiI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>