Dewleta Tirk dest bi mayînkirina devera Biradostê kiriye

Bi salane li Herêma Kurdistanê tîmên rakirina mayînan hewil didin çiyayên Kurdistanê ji mayîn û bermayên şer ên rejima Baasê paqij bikin. Lê dewleta Tirk bi dagirkirina hin deverên Biradostê re careke din dest bi mayînkirin û bicihkirina teqemeniyan kiriye.

Dewleta Tirk dest bi mayînkirina devera Biradostê kiriye
20 nîsan, 2020   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Quntara çiyayê Şekîf dikeve sêgoşeya sînorê Rojhilat, Bakur û Başûrê Kurdistanê. Salane gelek welatî di demsala Biharê de ji bo komkirina pincar û giyayên Biharê berê xwe didin vê deverê. Lê niha ev dever ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin û li deverê dest bi cihkirina mayîn û teqemeniyan kiriye. Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe metirsiyê li ser jiyana welatiyên deverê çêkiriye.

Artêşa Tirk di  27’ê Adara 2019’an de bi balafirên şer û helîkopteran bi qasî du saetan bê navber çiyayê Şekîf bombebaran kir, piştî wê jî bi 20 helîkopteran leşker daxist ser çiyê. Artêşa dagirker li ser çiyê baregeheke leşkerî ava kir. Niha leşker di baregehê de nemane, lê li pey xwe  gelek bermayên şer û mayîn li deverê bi cih kiriye.

Di meha  derbasbûyî de ji aliyê Rêveberiya Dezgeha Giştî ya Kar û barên Mîn a Hewlêrê ve li gundê Berçîxe  yê devera Biradostê 300 parçeyên teqemenî yên neteqiyayî ku yên serdema rejima Baas bûn, hatibûn komkirin. Piştre jî ev bermayên şer hatibûn îmhakirin. Li gora amarên Dezgeha Mîn, li Herêma Kurdistanê qurbaniyên mayîn û teqemeniyan gihiştiye 13  hezar kesî. Heya niha ji 260 kîlometrên ducar ku mîn û teqemenî tê de hene tenê ji sedî 35’ê wê hatiye paqijkirin.  Tê gotin heya niha li Herêma Kurdistanê 7 milyon mayînên ku ji aliyê Îran û Iraqê ve hatibûn çandin mane û nehatine rakirin.