Çiyayê Ehmed hate bombebarankirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Ehmed ê dikeve navbera Zargelê û Zînî Wertê bombebaran kir.

Çiyayê Ehmed hate bombebarankirin
20 nîsan, 2020   05:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên dewleta Tirk a dagirker di saet 04.30’an de çiyayê Ehmed ê dikeve di navbera Zargelê û Zînî Wertê bombebaran kir. Herêma ku hate bombebarankirin nêzî jîngehên welatiyên gundê Zargelê ya Binarê Qendîlê û Zînî Wertê ye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine bombebaranê gelek ziyan gihandiye jîngeha sivîlan û wIndahî tune ne.

Salane ji bo komkirina giyayê biharê welatiyên Zargelê û Zînî Wertê diçin çiyayên Ehmed.