Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê nexweşan pêşwaz dike

Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê ya bajarê Hesekê dest bi pêşwaziya nexweşan dike û şêniyan ev gav bi erênî nirxand û got navend nexweşan bê pere derman dike.

Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê nexweşan pêşwaz dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê nexweşan pêşwaz dike
Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê nexweşan pêşwaz dike
19 nîsan, 2020   12:12
HESEKÊ-SALIH MIHMED- COZA ÎBRAHÎM

Bi hewldana Rêveberiya Xweser a zêdekirina navendên tenduristiyê ya xizmetiya şêniyan û baldariya li rewşên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, beriya çend rojan Navenda Tenduristiyê ya Til Hecerê li bajarê Hesekê hat vekirin ku tê de kadroyên Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê ya dagirkirî dixebitin.

Îro jî navenda tenduristiyê dest bi pêşwaziya nexweşan kir, bi vî awayî barê dermankirina li nexweşxaneyan sivik kir.  Navend ji odeya nexweşiyên hundirîn, odeya jinan, odeya zarokan, odeya radyolojî û dermanxaneyekê pêk tê. Dermanxane bê pere dermanan dide nexweşan.

Sivîlan nêrînên xwe yên der barê xizmeta kadroyên tenduristiyê de anîn ziman.

Welatiyê bi navê Hemîd Mihemed diyar kir ku navend xwebexş kar dike, ev jî alîkariya malbatên feqîr dike û hemû beş li vir hene.

Welatiya bi navê Henîfa Mihemed got ji ber hemû kadroyên tenduristiyê û yên pispor li navendê hene, ew hatiye xwe derman bike. Henîfa got kadroyên tenduristiyê baş nêzî nexweşan dibin û xizmetê dikin û destnîşan kir ku derman bê pere li nexweşan tên belavkirin û ev gaveke erênî ye.

Welatiyê bi navê Îsa Bekir jî da zanîn ku xizmetkariya navendê ji ber alav peyda kiriye, baştir bûye û wiha pê de çû: "Niha rewş cuda ye, navend baş xizmetê dike, bijîşkên pispor hene û ya herî girîng jî ew e ku bê pere nexweşan derman dikin û bi vê yekê alîkariya hewcedaran dikin."

Îsa Bekir di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku zêde kombûnê li navendê çênekin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hTQzDOcHfuE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>