‘Tenduristiya Rêber Ocalan cihê metirsiyê ye’

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Hesekê Ferhan Dawud  diyar kir ku piştî Koronavîrus belav bû, metirsî li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan heye. Dawud bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku rê bidin parêzer û malbata Ocalan û rewşa tenduristiya rêbertî eşkere bikin.

‘Tenduristiya Rêber Ocalan cihê metirsiyê ye’
19 nîsan, 2020   05:27
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Belavbûna Koronavîrusê li seranserî cîhanê berdewam e. Cihan tevahî bi pandemiyê ve mijûl e. Dewletên cîhanê ji ber xeteriya pandemiyê biryara serbestberdana girtiyan da.

Tirkiyê jî kesên ku zarok tecawiz kirine, endamên DAIŞ’ê, diz û hwd… berdan. Lê tenê girtiyên siyasî para xwe jê negirtin.  Dewleta dagirker nahêle malbat û parêzerên rêber Abdullah Ocalan serdanê  bikin. Rewşa tenduristiya Rêber Ocalan ne diyar e.

Têkildarî rewşa Rêber Ocalan guman zêdetir dibin.

 Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê bajarê Hesekê Ferhan Dawud jî girêdayî mijarê de got: “Li Tirkiyê gelek kes bi vîrusê ketine û mirine. Lewma em di derbarê rewşa tenduristiya rêbertî de bi fikar in û dewleta Tirk jî rê nade parêzer û malbat serdana wî bikin.”

Dawud biryara neserbestberdana girtiyên siyasî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber di girtîgehên dewleta Tirk de vîrusa Koronayê belav bûye, dewleta Tirk biryara serbestberdana girtiyan da. Lê biryar tenê ji bo terorîstan derbasdar e û girtiyên siyasî yên ku ji bo îradeya gelan û azadiya gelan tê dikoşin, negirt nava xwe."

Dawud wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li rêxistinên navdewletî û mafnasî dikin ku destwerdanê bikin û rê bidin malbata rêber Ocalan û parêzer ku rewşa tenduristiya rêbertî eşkere bikin.”

(eh)

ANHA