Hejmara qurbaniyên Koronavîrusê gihaşt 161 hezarî

Li tevahiya cîhanê heta niha ji ber vîrusa korona ya nû (Covid-19) nêzî 161 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara qurbaniyên Koronavîrusê gihaşt 161 hezarî
19 nîsan, 2020   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li tevahiya cîhanê heta niha nêzî 161 hezar kesî ji ber Koronavîrusê  jiyana xwe ji dest daye. 2 milyon û 330 hezar kes jî bi vîrusê ketine. Her wiha heta niha 598 hezar kes jî baş bûne.

Li gorî daneyên dawîn li hinek welatan bîlançoya Koronavîrusê wiha ye:

DYA: Hejmara miriyan; 39 hezar û 15, kesên pê ketine; 738 hezar û 913.

Spanya: Hejmara miriyan; 20 hezar û 639, kesên pê ketine; 194 hezar û 416.

Îtalya: Hejmara miriyan; 23 hezar û 227, kesên pê ketine; 175 hezar û 925.

Fransa: Hejmara miriyan; 19 hezar û 323, kesên pê ketine; 151 hezar û 739.

Almanya: Hejmara miriyan; 4 hezar û 538, kesên pê ketine; 143 hezar û 24.

Brîtanya: Hejmara miriyan; 15 hezar û 464, kesên pê ketine; 114 hezar û 217.

Çîn: Hejmara miriyan; 3 hezar û 632, kesên pê ketine; 82 hezar û 730.

Tirkiye: Hejmara miriyan; hezar û 890, kesên pê ketine; 82 hezar û 329.

Îran: Hejmara miriyan; 5 hezar û 31, kesên pê ketine; 80 hezar û 868.

Belçîka: Hejmara miriyan; 5 hezar û 430, kesên pê ketine; 37 hezar û 183.

Rûsya: Hejmara miriyan; 313, kesên pê ketine; 36 hezar û 793.

Kanada: Hejmara miriyan; hezar û 470, kesên pê ketine; 33 hezar û 383.

Holanda: Hejmara miriyan; 3 hezar û 610, kesên pê ketine; 31 hezar û 589.

Swîsre: Hejmara miriyan; hezar û 369, kesên pê ketine; 27 hezar û 404.