Taqîgeha Wuhanê berpirsyariya xwe der barê belavbûna Koronavîrusê de derewand

Gerînendeyê taqîgeha ku dezgehên çapemeniya Amerîkayê wek jêdera vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) destnîşan dikin, berpirsyariya xwe ya belavbûna pandemiyê derewand.

Taqîgeha Wuhanê berpirsyariya xwe der barê belavbûna Koronavîrusê de derewand
19 nîsan, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Peymangeha Zanistên Vîrusê ya li Wuhanê Yuan Ziming ji tora CGT re diyar kir ku ne pêkan e derketina vê vîrusê ji cem wan be.

Roja yekşemê serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî dabû û gotibû heke Çîn berpirsa derxistina vîrusê be, divê were cezakirin.

Piraniya zanyar texmîn dikin ku vîrusa korona ya nû ji sewalan derbas bûye mirovan û bazarên li Çînê tawanbar dikin ku gelek sewalên kovî bi saxî difiroşin.

Lê ji ber peymangeha zanista vîrusan çend kîlometreyan dûrî bazarê ye, ji beriya çend mehan ve tê texmînkirin ku ev dever sedema belavbûna vîrusê ye.

Gerînendeyê peymangehê Yuan Ziming anî ziman ku ew baş dizanin kîjan cure lêkolîn li peymangehê tê kirin, her wiha çawa nêzî vîrus û testan dibin. Her wiha têkildarî malpera peymangehê li Wuhanê parve kir ku divê xelk lînk binivîsin, dezgehên çapemeniyê jî rexne kirin ku bi zanebûn gel tawanbar dikin.

(eh)