Ji ber ku zulm red kirin, li ber çavê cîhanê têne qetilkirin

Wargeha penaberan a Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî)… Her çendî li herêmeke dûr û xalî bi cih bûne jî, dibe hedefa êrişên artêşa Tirk a dagirker. Niha li pêşberî çavên cîhanê têne topbarankirin û her cûre zulmê ji aliyê qaşo birayên wan ve li wan tê kirin. Ji ber ku zulm, pişaftin û serîtewandinê napejirînin.

Ji ber ku zulm red kirin, li ber çavê cîhanê têne qetilkirin
19 nîsan, 2020   05:28
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di 17’ê Tîrhema 2019’an de berpirsekî MÎT’a Tirkiyê yê bi navê Osman Kose li Restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hat kuştin. Piştî wê “Partiya Demokratîk a Kurdistanê” PDK’ê dorpêç û astengiyên mezin ji bo penaberên Mexmûrê danîn. Di rewşek ku vîrûsa Koronayê cîhanê tehdit dike, PDK’ê bi xwasteka dewleta Tirk a dagirker dorpêçê tengtir dike. Penaber bi xeteriyeke mezin re rû bi rûne.

Li gorî rêveberiya wargehê, zêdeyî hezar kesên ku nexweşiyên kronik bi wan re hene, pêwîstiyên wan bi derman û tedawiyê hene. Ji xwe bi zextên PDK-Tirkiyê re Neteweyên Yekbûyî jî wargeh paşguh kirine. Rêveberiya wargehê diyar kir ku alîkarî û madeyên tenduristiyê ji Tebaxa 2015‘an ve derbasî wargehê nebûne.

Ji destpêka ferzkirina ambargoyê ve “Partiya Demokrat a Kurdistanê” (PDK) rê nade rêxistinên navnetewî yên mirovî yên li herêma başûrê Kurdistanê ku alîkariyan bişînin wargehê.

Li gorî agahiyên ku ji wargeha Mexmûrê hatine bidestxistin, PDK‘ê hêz û alavên leşkerî li derdora wargehê zêde kirine. Di heman demê balafirên şer û yên keşfê yên dewleta Tirk li ser wargehê difirin.

Rojnameger Hozan Zubêr ku rûdanên li bakurê Kurdistanê û Iraqê dişopîne bi van gotinan azarên penaberên Wargehê wesifand: "Di bin ambargoya ku desthilatdariya Hewlêrê ferz kiriye de zarok dinalin, xwarin û derman gelekî kêm e. Neteweyên Yekbûyî ya ku qaşo wesyetkarê niştecihên wargehê ye wargeh paşguh kiriye."

DAIŞ HÊZÊN XWE LI NÊZÎ WARGEHA MEXMÛRÊ BI CIH DIKE

Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê wargeha Mexmûrê Bêwar Mexmûr destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê hêzêke mezin li rêzeçiyayê Qereçox ê ku dikeve beramberî Mexmûrê bicih kirine. Metirsî hene ku êrişî wargeha ku hatiye dorpêçkirin bikin.

Çeteyên DAIŞ‘ê di 8‘ê Tebaxa 2018‘an de êrişeke giran birin ser wargeha penaberan a Mexmûrê, bi saya şêniyên wargehê û Hêzên Parastina Gel (HPG) êriş hate têkbirin û ewlehî li wargehê vegeriya. Artêşa Tirk a dagirker gelek caran bi balafirên şer êrişî wargehê kir. Di 1‘yê Sibata 2020‘an çeteyên DAIŞ‘ê careke din êrişî wargehê kirin.

Hozan Zubêr îşaretpê kir ku wargeh bi êrişên DAIŞ’ê re rû bi rûye û got: "Şêniyên wargehê bi fedekarî û rêxistinbûyîna xwe êrişên DAIŞ‘ê şikandin. Lê xeterî hîna heye, ji ber ku wargeheh hîna car caran rastî êrişan tê."

DEWLETA TIRK A DAGIRKER BI DOMDARÎ ÊRIŞÎ WARGEHÊ DIKE

Di nava bûyerên dramatîk ku li wargeha Mexmûrê rû didin de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser niştecihên wargehê ranewestandiye. Êrişa herî dawî di 15‘ê vê Nîsanê de pêk hat û di encamê de 3 jin şehîd bûn.

Rojnameger Hozan Zubêr got: "Penaber carekî azarê dikişinin. Lê penaberên wargeha Mexmûrê azarê şerê li bakurê Kurdistanê kişandin, ji wê zêdetir di salên 90’î de di rêwîtiya ber bi başûrê Kurdistanê de êş kişandin. Her çendî ku li herêmeke xalî li başûrê Kurdistanê bi cih bûne dîsa jî dibin hedefa êrişên Tirkiyê."

Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku di sala 1993‘an ji ber zulm û hovîtiya dewleta Tirk a li ser wan penaber bûne û di rêwîtiyek dirêj û zehmet de di navbera Zaxo û Mûsilê de derbas bûne, bi derfetên xweser wargeh avakirin.

ÇIMA MEXMÛR

Gelek dipirsin çima desthilatdariya PDK- Iraq ambargoyeke giran li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî ferz kiriye, çima dewleta Tirk bi domdarî êrişî wargehê dike û çima çeteyên DAIŞ li çiyayê Qereçox xwe bi cih dikin.

Bersiva van pirsan li gorî çavdêran, ji ber ku wargeh sembola berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e. Bi taybet gelê bakurê Kurdistanê, armanc ew e ku îradeya vî gelê berxwedêr bişkînin. Ku ev gel ji bo parasatina rûmeta xwe têdikoşe û zulm û serdestiyê red dike.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmed anî ziman ku divê hêzên Kurdistanê li hemberî êrişên  dewleta Tirkiyê ên ku jin û zarokan qetil dikin helwesta eşkere bikin. Ehmed anî ziman ku pêwîst e PDK- Iraq hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re terik bike û ji hikûmeta Iraqê xwest li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî serdestiya xaka Iraqê helwesta xwe diyar bike û li NY‘yê gilî bike.

ENCAM

Bûyerên vê dawiyê yên ku wargeha Şehîd Rustem Cûdî rû dane rastiya daxuyaniyên Komîteya Doplomasî ya Wargeha Mexmûrê îsbat dike. Ku, PDK- Iraq fermanên dewleta Tirk pêk tînin. Tirkiye jî li gorî xwe çeteyên DAIŞ‘ê dixe tevgerê. Armanc ji van hemûyan ew ku wargeha Mexmûrê têk bibin an jî bihêlin ku serî ji Tirkiyê re bitewînin.

ANHA