Li gorî Hûsiyan bi dehan leşkerên Yemenê hatin kuştin

Koma Ensarullah a Hûsiyan ragihand ku li parêzgehên bakurê Yemenê bi dehan leşkerên artêşa Yemenê ya ser bi hikûmeta rewa be hatin kuştin.

Li gorî Hûsiyan bi dehan leşkerên Yemenê hatin kuştin
18 nîsan, 2020   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê yên alîgirê Ensarullah a Hûsiyan, Yihiya Serî daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya facebookê weşand. Di daxuyaniyê de got: "Hêzên me hewldaneke pêşketinê ber mûdîriyeta Meczer a parêzgeha Mareb ve û hewldanek ber bi mûdîriyeta Xeb û Şexef a li parêzgeha Necefê ku bi sedan dewam kir, têk birin"

Yihiya Serî got, "Hejmarek mezin a panzêran hatin rûxandin, bi dehan kuştî û birîndarên dijmin çêbûn ku ti pêşketin pêk neanîn."