​​​​​​​Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber Koronayê mirin bû hezar û 890

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber Koronavîrusê 121 kesên din jî mirin û hejmara miriyan bi giştî bû hezar û 890.

​​​​​​​Li Tirkiyê hejmara kesên ji ber Koronayê mirin bû hezar û 890
18 nîsan, 2020   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê Koronavîrusê de parve kirin. Koca, daxuyand kur di 24 saetên dawî de di 3 hezar û 783 kesên din de jî Koronayê hatiye tespîtkirin û hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin 82 hezar û 329.

Koca, daxuyand ku 121 kesên jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye hezar û 890.

Her wiha Koca diyar kir ku di 24 saetên dawî de hezar û 822 kesên din jî başa bûne.