Ji Şaneya Aloziyê ya Cizîrê biryarên nû

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ji bo hêsankirina xebatên çandinî û tenduristî biryarên nû dan.

Ji Şaneya Aloziyê ya Cizîrê biryarên nû
18 nîsan, 2020   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê der barê qedexeya derketina derve û tedbîrên ku ji bo hesankirina karê çandinî û tenduristî girtine de daxuyaniyek niviskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome, xeteriya pandemiya Koronavîrusê re zêde bûye, nemaze ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanêê ragihand ku kesek li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo mir. Ev yek bêyê ku koordîne bi rêveberiyê û Desteya Tenduristiyê were kirin pêk hat. Desthilata rejîmê jî agahiyên derbarê vê nexweşiyê de vedişêre ev yek ji bo me cihê fikaran e û xeteriyeke mezin li ser gelê me yê herêma Cizîrê û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Em dibînin ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û rejîm ji encamên belavbûna vê pandemiyê li herêmên me berpirsyar e. Li ser vê yekê ji me tê xwestin ku tedîbran asêtir bikin. Em ji tevahî gelê xwe re teqez dikin ku Rêveberiya Xweser bi hemû saziyên xwe ji bo parastina tenduristiya welatiyan û peydakirina pêwîstiyên wan di dema qedexeyê de amade ye."

Li gorî daxuyaniyê biryarên ku şaneyê girtine ev in:

-Dikanên pêşeyî ku di nava qedexeyê de cih nagirin ji bo tamîkirin û amadekirina patozan, ji saetên sibeha heta êvarî dikarin werin vekirin.

-Buroyên pevguhestina pereyan rojên în û şemiyê dikarin bêne vekirin.

-Ji aliyê Yekitiya Bijîşkan û Desteya Tenduristiyê ve nobeta vekirina laboratoriyan û navendên x-ray têne birêxistinkirin. Ji bilî du laboratorî û du navendên x-ray yên li Hesekê û Qamişlo hatine veqetandin, divê li hemû navçeyan laboratoriyek û navendek x-ray vekirî bin."

Şaneya di dawiya daxuyaniyê xwe de bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin û got, kesên li gorî wan tev negerin dê werin muxalefekirin.

ANHA