Artêşa Lîbyayê dronek Tirkiyê xist xwarê

Artêşa Lîbyayê droneke Tirkiyê li başûrê Terablusê xist xwar.

Artêşa Lîbyayê dronek Tirkiyê xist xwarê
18 nîsan, 2020   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Pergala parastina asîmanî ya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke Tirkiyê ku ji balafirgeha Miêtîqayê ya leşkerî derket, li başûrê Terablusê xist xwarê.

Duh jî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di nava 24 saetan de li herêmên Benî Welîd û Terhûna ya rojhilatê Terablusê 4 dronên Tirkiyê xistibûn.

Navenda Ragihandinê Artêşa Lîbyayê ragihandin ku pergala parastinê droneke Tirkiyê ku hewl dide li bajarê Terhûnayê êrişê pêk bîne, xist xarê.

Navendê di daxuyaniyê de got: "Sibeha roja înê 3 dronên din ên Tirkiyê hatin xistin, ya yekem hewl da êrişî baregehên yekîneyên leşkerî bike li herêma Terhûna hate xistin û yên din li nêzî herêma Benî Welîd û herêma Wadî Dînar hatin xistin.