Li parêzgeha Diyala ya Iraqê teqîn: 2 serbaz û 4 leşker birîndar bûn

Di encama teqîna mayinekê de ku li parêzgeha Diyala ya Iraqê di malekê de hatibû bicihkirin, 2 serbaz û 4 leşker birîndar bûn.

Li parêzgeha Diyala ya Iraqê teqîn: 2 serbaz û 4 leşker birîndar bûn
18 nîsan, 2020   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê ya Iraqê îro ragihand ku di encama teqîna mayina li herêma Xîlaniyê ya girêdayî parêzgeha Diyala ya Iraqê de, 2 serbas û 4 leşker birîndar bûne.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku teqîn di dema pêkanîna operasyoneke çalakiyên keşfkirinê de pêk hatiye.

(fr)