​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir

Di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de Rêveberiya Xweser li herêmê bergiriyên pêwîst digire. Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi qonaxa sêyemîn a hemleya dezenfektekirinê kir.

​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir
​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir
​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir
​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir
​​​​​​​Qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava dest pê kir
18 nîsan, 2020   08:52
QAMIŞLO

Piştî ku sazî, navend, tax, bazarên navendî û gerac hatin dezenfektekirin, şaredariyê îro dest bi qonaxa sêyemîn a dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava yên li Dêrikê kir.

Endama Beşa Jîngehê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Şîlan Mihemed anî ziman ku qonaxa sêyemîn a dezenfektekirinê ji dezenfektekirina kampên Newroz û Rojava pêk tê, her wiha dê derdora kampê, kolanên nesereke yên di nava kamp de û qadên sereke yên kampê de bi madeya biyopagê werin reşandin.

25’ê meha Adara di çarçoveya xweparastina ji vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) de, Rêveberiya Xweser biryara dezenfektekirina sazî û rêveberiyên xwe dabû, bi wê re jî qonaxa yekemîn a hemleya dezenfektekirinê li navçeya Dêrikê dest pê kir.

Qonaxên dezenfektekirina saziyan û deverên din ji 23’yê Adara borî ve pêk tên.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tcQar7eLGEk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>