PDK’ê li 2 deverên din ên herêma Soran jî hêza xwe zêde kir

Piştî ku PDK’ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê, derket holê ku PDK’ê hêzên xwe yên li Babîşka û Qesrê yên herêma Soran jî zêde kirine. Li gorî îdiayan di nav pêşmergeyên şandine herêma Soran de, endamên Pêşmergeyên Roj jî hene.

PDK’ê li 2 deverên din ên herêma Soran jî hêza xwe zêde kir
18 nîsan, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya ku li devera Zînî Wertê piştî bicihkirina hêzên PDK û YNK’ê dest pê kiribû, didome. Li vê herêmê çêkirina baregeheke nû berdewam dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku Wezareta Pêşmergeyan hêz ji ber virûsa koronayê ya nû (Covid-19) şandine herêmê. Lê gelek derdor û çavdêrên siyasî jî dibêjin ku ev yek rê li ber zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker vedike.

KCK’ê jî bi daxuyaniyekê bang kiribû ku hêzên hatine herêmê vegerin qadên xwe û nebin sedema aloziyeke di navbera Kurdan de.

Wezareta Pêşmergeyan têkildarî mijarê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wan ew hêz ji ber vîrusa korona û demkî şandine herêmê. Lê li aliyê din sewqiyata leşkerî ya ji bo herêmê berdewam dike. Hemwextî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan pêr êvarê hêzeke nû ya Zêrevaniyê ku girêdayî PDK’ê ye, sewqî Zînî Wertê hate kirin.

Rojnewsê ragihand ku çavkaniyên pêbawer ên ji herêmê ku bi sedema ewlekariyê nexwest navên xwe eşkere bikin, diyar kir ku PDK ne tenê li Zînî Wertê, li 2 deverên din ên herêma Soran jî hêza leşkerî zêde dike. Çavkaniyan ragihand ku PDK’ê hejmara hêzên xwe yên li Babîşka ku dikeve navbera Diyana û Rewandizê, zêde kiriye û li wir liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Çavkaniyan got PDK’ê li herêma Qesrê ya girêdayî navçeya Soranê ku nêzî Qendîlê ye jî hejmara hêzên xwe yên li baregehan zêde kiriye.

ÎDIAYA ŞANDINA PÊŞMERGEYÊN ROJ BER DI HERÊMA SORAN VE

Heman çavkaniyan diyar kir di nava hêzên ji bo Qesrê û Babîşka hatine şandin de Pêşmergeyên Roj jî hene û hejmara pêşmergeyên şandine herêmê ji hezarî zêdetir e.

Hemwextî çêkirina baregeha li Zînî Wertê balafirên keşfê yên dewleta Tirk êvarê li ser herêmê firiyabûn û dîsa heman êvarê baregeha gerîlayan ku çend metre nêzî pêşmergeyan bû, hatibû hedefgirtin û di encamê de 3 gerîla şehîd bûbûn.

Dîsa hemwextî êrişên li dijî Zînî Wertê balafirên bêmirov û biçek ên artêşa Tirk a dagirker Wargeha Penaberan a Mexmûrê bombebaran kiribû û di encamê de 3 jinên bêrîvan jiyana xwe ji dest dabû.