​​​​​​​‘Tirkiye hewl dide bi rêya Yemenê Deryaya Sor kontrol bike‘

Mensûr Salih got: "Tirkiye bi rêya alavên xwe yên mîna koma Îxwan û komên terorîst ên, hewl dide aloziyê li Yemenê derxe û bi rêya Yemenê Deryaya Sor kontrol bike.”

​​​​​​​‘Tirkiye hewl dide bi rêya Yemenê Deryaya Sor kontrol bike‘
18 nîsan, 2020   07:37
 QAHÎRA –EMANÎ EZAM

 

Cîgirê serokê daîreya ragihandinê ya meclisa demkî ya başûrê Yemenê  Mensûr Salih ji ANHA‘yê re axivî.

Salih di destpêka axaftina xwe de got: "Agahiyên  dawî yên ku berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî eşkere kirine, Tirkiye hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe. General Ehmed El-Mismarî eşkere kiribû ku Tirkiye hewl dide bi îxwanan Yemenê koordîna bike. Ji bo ku xetertirîn kes ji gelek dewletan bi mûçeyên bilind veguhezîne Yemenê. "

Salih destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide cihekê ji xwe re li Kendava Eden û Deryaya Sor çêke û endamên terorîst ji gelek welatan birevîne û veguhêze Yemenê.

Mensûr Salih, got: “ Tirkiye girîngiya herêma Kendava Eden û Deryaya Sor ji bo ewlehiya herêmî û navdewletî, her wiha ji bo ewlehî û aboriya cîhanê baş dizane. Ji ber vê yekê îro bi hevkariya hevalbendên xwe li hemberî projeya erebî ya li dijî terorê disekine û ewlehiya herêmê dixe xeteriyê.”

Salih destnîşan kir ku başûrî li dijî hêzên teror û tundraw ên desteka xwe ji Qeter û Tirkiyê digirin, disekinin û li hemberî wan şerekî giran dikin û di vî warî de serkeftinên mezin bidest xistine. "

ANHA