Mijarên rojnameyên erebî – 18 Nîsan

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa kiryarên çeteyên dewleta Tirk ên li Sûriyê, tevgera dewleta Tirk li Deryaya Spî û berbelavbûna Koronavîrusê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 18 Nîsan
18 nîsan, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: KOMÊN ALÎGIRÊN TIRKIYÊ ZAROKAN DI ŞERÊ LI DIJÎ QSD’Ê DE BI KAR TÎNIN

 

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Milîsên Sûriyê yên piştevaniya xwe ji dewleta Tirk werdigirin di vê dema dawîn de zarokan di şerê li dijî QSD’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar tînin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser malpera nivîsand ku komên alîgirê Enqereyê 2 zarokên bi temanê 15 salî ku cilên şivanên pez li xwe kiribûn amade kiribûn ku li dijî kombûnên leşkerî yên QSD’ê li gundê Kalta yê rojavayê Girê Spî yê girêdayî parêzgeha Reqayê teqînan pêk bînin.

SOHR’ê destnîşan kir ku zarokekî beriya ku bigihîje nuqteyeke leşkerî ya QSD’ê ya li gund xwe teqand, lê QSD’ê zarokê dîtir ê ku birîndar bûye, girt.

Endamên komên tundraw ên li rojhilatê Sûriyê di hefteya borî de hewl dabûn ku têkevin nuqteyên QSD’ê, lê tu agahî der barê ziyanên canî ya her du aliyan de bi dest neketin.

 

EL-BEYAN: TEVGERÊN TIRKIYÊ LI DERYAYA SPÎ BI HEDEFA PIŞTGIRIYA ÇETEYAN IN

 

Girêdayî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Bê navber beşên nû yên ji çeteyên dewleta Tirk derbasî Lîbyayê dibin, êdî xeteriya wan li ser dewletên herêmê ya demdirêj heye. malpera " Itamel radar " ya taybet şopandina gerên asîmanî yên leşkerî eşkere kir ku gera asîamnî ya dewleta Tirk a gur li ser rojhilatê Deryaya Spî heye, her wiha navenda çapemeniyê ya odeyên oprasyonên El-Keramê ragihand ku firokeyeke bêpîlot a dewleta Tirk li têketina rojava ya herêma Nesme ya naverasta bajêr xistiye xwarê."

Çavkaniyekî leşkerî ya lîbî ji El-Beyan re got bi rasthatina ragihandina Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ya pêkanîna keştî û balafirên wê çalakiyên perwerdê li Deryaya Spî, tevgera firokeyên bêpîlot ên dewleta Tirk li gelek herêmên welat gur bûne.

Çavkanî îşaret pê kir ku tevgerên Tirkiyê li Deryaya Spî hedefgirtina destwerdana yekser li xaka Lîbyayê bi hincetên pêkanîna çalakiyên perwerdê ye, her wiha çavkanî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li dijî Lîbyayê êdî şeklê dagirkirina yekser pêk tîne.

Malpera "Itamelradar " ya taybetiya şopandina gerên asîmanî yên leşkerî eşkere kir ku dewleta Tirk gerên asîmanî li ser rojhilata Deryaya Spî zêde kirine.

Malperê di rapora xwe ya belgekirî ya bi wêne de şopandina 3 balafirên Tirkiyê ku berê xwe li rojavayê Lîbyayê ne eşkere kir û bi êrişa asîmanî ya bi navê "erka mezin" bi nav kir.

Malpera Itamel radar da zanîn ku dibe ku ev gerên taybet bi mebesta veguhastina çekdar an jî veguhastina çekan ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve bin.

 Li aliyekî din jî seroka Partiya Itîlafa Cimhorî Izedîn Eqîl ji El-Beyan re diyar kir ku tevgerên dewleta Tirk li Lîbyayê bi rêya odeya êrişan a hevbeş ya artêşa Tirkiyê li Istenbolê bi çavdêriya yekser ji serokkomar Recep Teyyîp Erdogan ve tê birêvebirin.

 

ŞERQ EL-EWSAT: ALMANYAYÊ KORONAVÎRUS KONTROL KIR Û ÇÎNÊ HEJMARÊN XWE SERERAST KIRIN

 

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Di dema ku Çîn hejmara miriyên ji ber Koronavîrusê li ser xaka wê sererast dike de, Almanya ragihand ku pandemiya Koronavîrusê kontrol kir û dê hêdî hêdî qeydan li ser welatiyên xwe rake."

Cara yekem e ku detayên "Robert Koch Institute" ya çavdêriya pandemiyan eşkere kir ku her kesê bi COVÎD -19 ketiye herî kêm kesek jê vedigire, her wiha wezîrê tenduristiyê ya Almanyayê Jens Young Men ragihand ku hejmara kesên bi vîrusê ketine bi awayekî mezin kêmtir bûye bi taybert rêjeya rojane û pandemî dîsa di bin kontrolê de ye."

Ji aliyê xwe ve jî Çîn duh li hejmarên miriyên bi sedema Koronavîrusê vegerî. Ew jî piştî rêveberên rojavayî gumana der barê wê de eşkere kirin û hezar û 300 miriyên dîtir li Wuhanê zêde kir, bi wê re jî hejmara miriyan li welat ji destpêka berbelavbûnê re bû 4 hezar û 632.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh wek çawa berpirsên Amerîkayê di serî de Donalde Trump, Pekîn tewanbar kir û ji rojnameya Financial Times re wiha got: "Diyar e hin tişt pêk hatin û em nanasin" û der barê bîlançoya qurbaniyên ku Çîn ragihandiye de bi gûman e.

Girêdayî mijarê Komîteya Aborî ya Afrîkayê ya girêdayî NY’yê hişyar kir dibe ku pandemî herî kêm 300 hezar afrîkî bike qurban û 29 milyon mirovan bixe xeleka xizantiyê. Di heman demê de jî International Monetary Fund û The World Bank piştî civînê ragihand ku pêwîstiya Afrîkayê bi 44 milyar dolar heye ku li hember berlavbûna pandemiyê bisekine.

(fr)