Gedo: Divê NY, Rûsya û Amerîka helwestên cidî li hember Tirkiyê bigirin

Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo got: “Aloziyek gelêrî li Tirkiyê heye. Erdogan bi tevahiya rêbazan hewl dide vê aloziyê veşêre. Ji ber wê êrişên xwe yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Divê NY, Rûsya û Amerîka helwestên cidî li hember êrişên Tirkiyê yên domdar nîşan bidin.”

Gedo: Divê NY, Rûsya û Amerîka helwestên cidî li hember Tirkiyê bigirin
18 nîsan, 2020   05:18
QAMIŞLO – MEHMET EKİNCİ – BOTAN HISÊN

Di 17`ê Cotmeha 2019’an de lihevkirina agirbestekî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pêk hat. Di 22’ê Cotmeha 2019’an de jî di navbera Rûsya de pêk hat. Piştî ku Koronavîrus li cîhanê belav bû, NY’ê banga agirbestê kir. QSD’ê bangawaziya NY’yî bersivand û biryar da ku şer rawestîne. Lê li gel van hemû pêşketinan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe yên ji ber DAIŞ’ê mayîn ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve bê navber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Di dema ku cîhan bi têkoşîna li dijî pandemiya Korona ve mijul e, dewleta Tirk a dagirker xwe bi firehkirina hegemoniya xwe û dagirkirina beşên din ji Sûriyê mijul dike. Sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Demokratîk Salih Gedo got: “Tirkiye armanc dike ku aloziya xwe ya hundirîn bi rêya êrişên xwe derbasî derve bike. Her wiha armanc dike her projeyek demorkatîk li herêmê têk bibe. AKP bi siyasetên xwe yên dijberî gelan û derbaskirina aloziyên hundirîn bi rêya wan êrişan tê naskirin.”

‘ERDOGAN GUH NADE BANGAWAZIYÊN NAVNETEWEYÎ’

Salih Gedo diyar kir ku siyasetên Erdogan li Sûriyê bibin ketin û niha bi rêya van êrişên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn a ku roj bi roj kurtir dibe binuxmîne. Gedo got: “Li Tirkiyê aloziyek gelêrî heye. Erdogan hewl dide bi tevahiya rêbazan binkeftina xwe veşêre û bi rêya êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  xwe bide pêş. "

Gedo bangawaziyên navneteweyî ji bo rawestandina êriş û şeran li cîhanê û têkoşîna li dijî Koronavîrusê xurt bikin, bi bîr xist û got: “Ew alî berpirsên encamên êrişên Tirkiyê ne. Berpirsyariya mezin dikeve ser milê rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û NY`î. Ji ber ku li hember êrişên Tirkiyê li gel belavbûna Koronavîrusê bêdeng in. Ruxmî bangawaziyên domdar ên agirbestê, lê Erdogan guh nade wan bangawaziyan û siyaseta xwe ya kirêt li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Lîbya û Somalê didomîne."

‘ERDOGAN BI SIYASETÊN XWE YÊN KIRÊT XUYANGA TIRKIYÊ LI HEMBER CÎHANÊ BEROVAJÎ KIR’

Gedo wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Erdogan mijulbûna cîhanê ya bi Koronavîrusê ve bikar tîne da ku qada dagirkirinê fireh bike. Erdogan bi van siyasetan ber bi tehlukeyê ve diçe û xuyanga Tirkiyê li hember cîhanê berovajî dike. Amerîka berpirsê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diqewimin. Amerîka berpirsê bûyerên li Serêkaniyê û Girê Spî rû didin e. Berpirsê binpêkirinên dewleta Tirk e. Ji ber ku hêzên xwe ji herêmê vekişand û rê li pêşiya Erdogan negirt."

Girêdayî helwestên DYA û dewletên Ewropa Gedo got: "Divê ew dewlet binpêkirinên Erdogan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh nekin. Divê Rûsya xet û siyaseta xwe bi Tirkiyê re rast bike. Lihevkirinên veşartî li dijî mafên gelên herêmê mohr neke."

Gedo di dawiyê de bang li tevahiya hêz, partî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku asta têkoşînê mezin bikin û li dora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin. Hewl bidin dengê gel bigihînin cîhanê, siyaset û binpêkirinên Tirkiyê eşkere bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VWvpgU84Pc8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>