Siko: PDK, ji encamên ambargoya li ser Mexmûrê berpirsyar e

Abdulkerîm Siko diyar kir ku PDK  û hikumeta Iraqê ji encamên ambargoya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berpirsyar in û got: “Ambargo xizmeta ajandeyên Tirkiyê û dijminên doza Kurdî dike.”

Siko: PDK, ji encamên ambargoya li ser Mexmûrê berpirsyar e
18 nîsan, 2020   05:20
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Ji 18‘ê Tîrmeha 2019‘an ve desthilatdariya “Partiya Demokrat a Kurdistanê- Iraq” ambargoyeke girankirî li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ferz kiriye. Derdora 12 hezar penaber li wargehê dijîn. Ji ber ambargoyê gelek penaber ji karê xwe qut bûne, xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxistin, her wiha 3 jinên dûcanî zarokên wan ji ber çûn.

Li gel belavbûna Koronavîrusê ambargo berdewam e. Ev rewş jiyana zêdeyî hezar welatiyên wargehê yên nexweşiyên korînk bi wan re hene, dixe xeteriyê de ye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Partî) Abdulkerîm Siko di derbarê vê ambargoyê de got: “Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê hatiye ferzkirin ne ji nirx û exlaqê kurdatiyê ye. Bi taybet ku tevahî cîhan di rewşeke giran re derbas dibe. Ev siyaset xizmeta dewleta Tirk dike ku dijminê herî mezin ê Kurd û doza Kurd e. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê berpirsyarên encamên ambargoiyê ne. Ambargo ziyanê dide saziyên hikumeta Başûrê Kurdistanê, lewra divê hikumeta Başûr li gorî qanûn û biryarên navdewletî yên der barê penaberan de tev bigere."

Abdulkerîm Siko diyar kir ku ferzkirina ambargoya li ser wargeha Rûstem Cûdî di serî de ziyanê dide dîrok û têkoşîna Mustefa Barzanî. Siko bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li yekrêziya Kurdî vegere, ziyanê nede yekitiya netewî û xizmeta ajande û dijminên doza Kurd nekin.

ANHA