Li Qamişloyê welatiyek ji ber Koronavîrusê mir

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku kesek li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ji ber Koronavîrusê mir. Desteyê got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hikûmeta Sûriyê ji belavbûna vîrusê berpirsyar in ji ber ku li ser mijarê bêdeng in.

Li Qamişloyê welatiyek ji ber Koronavîrusê mir
17 nîsan, 2020   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku kesek ji bajarê Hesekê (53) li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişo ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da.

Desteyê diyar kir ku rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku ew kes 22‘yê Adarê bi vîrusê ket û derbasî nexwexşaya taybet hate kirin. Di 27‘ê Adarê de ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo hate veguhestin, Di 29‘ê Adarê de nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê û roja 2‘yê Nîsanê jiyana xwe ji dest da. Piştre encamên testên derket ku bi vîrusê ketiye.

Desteya Tenduristiyê anî ziman ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji belavbûna Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyar e. Ji ber ku agahî neda aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser, tevî ku dizane ku hikûmeta Sûriyê bi cidiyet bi Rêveberiya Xweser li hemberî vîrusê hevkariyê nake.

ANHA