​​​​​​​Ciwan Mustefa: Veşartiyên agahiyên derbarê vîrusê de sûcek li dijî 5 milyon mirov e

Ciwan Mustefa got, veşartiya rewşa kesekî ku bi Koronavîrusê ketibû, sûcek li dijî 5 milyon mirov e û anî ziman ku dê tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê bigirin.

​​​​​​​Ciwan Mustefa: Veşartiyên agahiyên derbarê vîrusê de sûcek li dijî 5 milyon mirov e
17 nîsan, 2020   17:56
NAVENA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa ji ANHA‘yê re axivî û got, koordînatorê rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin  Tim Junck di rêya email de agahî dane wan ku keseke bi Koronayê ketiye ya ku di daxuyaniya destekê ye hate diyarkirin.

Ciwan Mustefa diyar kir ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Hikûmeta Sûriyê ev mijar veşartibûn û heta roja 16‘ê Nîsanê eşkere nekirin.

Dr. Ciwan Mustefa got veşartina agahiyên derbarê vîrusê de"Sûcek li dijî 5 milyon mirovên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa di dawiya axaftina xwe de got, ew tedbîrên asêtir bigirin da ku Koronavîrus li herêmê belav nebe.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku kesek ji bajarê Hesekê (53) li nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişo ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da. Desteyê diyar kir ku ku rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku ew kes 22‘yê Adarê bi vîrusê ket û derbasî nexwexşaya taybet hate kirin, di 27‘ê Adarê de ji bo nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Qamişlo hate veguhestin, di 29‘ê Adarê de nimûmeya wî nexweşî şandin Şamê û roja 2‘yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da, piştre encamên testên derke ku bi vîrusê ketiye.

ANHA