Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 1769

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 126 kesên din jî ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 769.

Li Tirkiyê hejmara miriyan bû 1769
17 nîsan, 2020   16:14
 NAVENDA NÛÇEYAN -

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê Koranvîrusê (Covîd-19) de parve kirin. Koca, daxuyand ku li Tirkiyê hejmara testên hatine kirin bûye 558 hezar û 413, hejmara kesên vîrus di wan de hatiye tespîtkirin bûye 78 hezar û 546 û di 24 saetên dawî de 126 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

Tevî daneyên dawî li Tirkiyê hejmara kesên ji ber şewba Koronayê jiyana xwe ji dest dane bû hezar û 769.

Her wiha Koca daxuyand ku hejmara kesên baş bûne jî bûye 8 hezar û 631.