​​​​​​​MSD: Pêwîstiya demê bi berxwedanê heye

MSD’ê bi boneya salvegera serxwebûna Sûriyê daxuyaniyek da û îşaret bi girîngiya demê kir û piştrast kir ku pêwîstiya demê bi ruhekî berxwedêr heye da ku serxwebûna duyemîn were bidestxistin, her wiha li ser bingeha siyasî çareserî ji aloziya Sûriyê re were pêkanîn.

​​​​​​​MSD: Pêwîstiya demê bi berxwedanê heye
17 nîsan, 2020   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

17‘êNîsana 1946’an Fransa ji Sûriyê derket û bi boneya salvegera 74`emîn a derketina hêzên Fransayê ji Sûriyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya MSD`ê de wiha hate gotin: “Di demekê de ku Sûriye bi aloziyan û bobelata vîrusa koronayê re ku cîhan pêk ve daye ber xwe mijûl e, em wek MSD salvegera 74`emîn a derketina Fransayê ji Sûriyê bi bîr tînin, her wiha di demekê de ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî nîvê gelê Sûriyê li derveyî malên xwe ne, binesaziya herêmê xerab bûye, sivîl koçber kirin û malbatên çeteyan li malên sivîlan bi cih kirin, îsbata vê yekê jî malên Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ne, guhartina demografiya van herêman û desteserkirina mal û milkên sivîlan e bi bîr tînin.”

Li aliyekî din pandemiya Koronayê aloziya Sûriyê kûrtir kir. Ev pandemî di warê siyasetê de tê bikaranîn, derbasbûna alîkariyên navdewletî, herêmî, ta xwecihî ji bo 5 milyon kes têne qedexekirin. Rejîma Enqere desthilata xwe ya li ser gelê me yê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û paşguhkirina bi zanebûn, gefên domdar ên êrişkirina li ser tevahî Bakurê Sûriyê û bicihkirina komên terorîst û çeteyên xwe li gorî rêbazên ku li Idibê pêk anbû didomîne. Her wiha  Ewropa bi kaxeza penaber û terorîstan şantaj dike û pireke teror diafirîne da ku tevahî herêmên ji Bakurê Sûriyê heta rojavayê Lîbyayê tehdîd dike.

Meclisa Sûriya Domokratîk bi vê boneyê bang li tevahiya gelên Sûriyê dike ku tê bikoşin û sala were bibe sala çareseriyê û serbestiyê. Her wiha divê hemû welatiyên Sûriyê bi tevahî pêkhate, etnîk, netew, ol û mezhebên xwe bi berpirsyariya xwe rabin, ji ber rewşa em tê re derbas dibin deh qat ji demên berê yên pêşeyên me ya beriya 74 salan zehmettir e, lewma pêwîstiya demê bi rihekî berxwedêr heye da ku em serxwebûna xwe ya duyemîn jî bi dest bixin, çareseriyê ji aloziya Sûriyê re bibînin û Sûriyeke nenavendî û demokratîk girêdayî biryara 2254 mîsoger bikin.”

(eh)

ANHA