Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbat û parêzerên Rêberê  Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo biçin Îmraliyê û bi girtiyan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
17 nîsan, 2020   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç, bi boneya di 20-24'ê Nîsanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên girtiyên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan. Birayê Omer Hayri Konar Alî Konar; birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş  Melihe Çetîn serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.

Omer Hayrî Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015'an û şûnde tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî piştî birin Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Di 2'ê Adarê de piştî şewat li Îmraliyê derket ji ber xizmên Hamîlî Yildirim nexweş bûn neçûbûn Îmraliyê.

 

PARÊZERAN JÎ SERLÊDAN KIR

 

Parêzerên Rêber  Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Mazlum Dinç û Nevroz Uysal jî ji bo di 20-24'ê Nîsanê de biçin Îmraliyê serî li dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Nevroz Ûysal û Rêzan Sarica herî dawî piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22‘ ê Gulan, 12‘ê Hezîran, 18‘ê Heziran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an û heta niha her hefte serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersîv nagirin.