46 rêxistinên Kurdan êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir

46 sazî û rêxistinên gelê Kurd bi daxuyaniyeke hevpar êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir û diyar kir ku bêdengî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker ku êrişên xwe bidomîne.

46 rêxistinên Kurdan êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir
17 nîsan, 2020   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên Kurdan, têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk li kampa Mexmûrê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Li hemû cîhanê mirovahî li hemberî pandemiya vîrusa koronayê hewl dide xwe biparêze, hewl dide pêşiya vê pandemiyê bigire. Rêveberiyên welatan hewl didin ku gelê xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê dema ku hemû cîhan bi vê felaketê re mijûl e, dewleta Tirkiyeyê pandemiya vîrusa koronayê ji bo xwe wek firsed dibîne û êrişên ku li ser gelê Kurd dimeşîne hê jî zêdetir dike.

Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yê hewayî li ser Wargeha Mexmûrê, doh sê jinên ku ji bo dotina pezên xwe çûbûn nav pez, hatin qetilkirin. Wek partiyên siyasî û rêxistinên medenî yên ku navên wana li jêr hatiye nivîsandin, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.

Li hemberî vê qetlîamê di serî de hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî heta vê seetê jî bêdeng in. Ev bêdengî cesaret daye ku dewleta Tirk van êrişên xwe heta niha her tim berdewam kiriye. Em vê bêdengiyê bi hîç awayekî qebûl nakin. Bi taybetî bêdengiya Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê, di nav gelê Kurd de sedemê nerazîbûneke pir mezin e. Li gel êrişên li ser Wargeha Mexmûrê, heman demê li herêma Zînî Wertê, di navbera pêşmergeyên PDK'ê û ê YNK'ê aloziyeke mezin rû da. Xeterî heye ku ev bibe sedema şerekî navxweyî. Ev rewş jî bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Şerekî di nav hêzên partiyên Kurd de rû bide, tenê daxwaz û xizmeta dewletên dagirker û taybetî jî di vê pêvajoyê de xizmeta dewleta Tirk dike.

Em di serî de bang li Serokatî û hikumeta Herêma Kurdistanê dikin; bêdengî û bêhelwestbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd pir giran e û bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Pêwîst e di vê mijarê de nerazîbûn û helwest bê nîşankirin û hesara li ser gelê Wargeha Mexmûrê jî bê rakirin, ji ber ku ev hesar ji bo gelê Kurd êdî gihîştiye asta şermê.

Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; êriş û neyartiya dewleta Tirk ne tenê li ser Wargeha Mexmûrê ye, êriş li ser hebûna gelê Kurdistanê ye. Cîhan li hember felaketa vîrusa koronaya hewl dide ku xwe biparêze, lê belê dewleta Tirk di vê demê de jî neyartiya Kurda berdewam dike û bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftên gelê Kurd têk bibe. Pêwîst e gelê me li hemberî êrişên dewleta Tirk wek gelên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re; wek partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hunermend, medya Kurdî hemû bi yek deng bin. Dost û dijmin bibîne ku gelên Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta dagirker a Tirk bi hevra îttîfaq in. Hetta ku em bi hevre nebin yek, em him nikarin li hember êrişên dewleta dagirker gelê xwe biparêzin hem jî li hemberî dîrokê em nikarin xwe biparêzin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hikmeta Iraqê dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bê deng nemînin, bêdengî hevkariya dewleta Tirk e, ji bo parastina gelê Wargeha Mexmûrê pêwîst e berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

Saziyên daxuyaniya hevpar daye, ev in:

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)

PYD (Partiya Yekitiya Demokratîk)

YNK (Yekitî Nîştimanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê)

KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)

KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewropa)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistana Başûr

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan)

Tevgerê Azadî

PDKS (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriye

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(El Partî).

Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriyê

Partiya Kesk a Kurdistanê li Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê

Partiya Komunîst a Kurdistanê li Sûriyê

PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)

KKP (Partiya Komunîst a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

Yekitiya Şoreşgêrên Kurdistanê

Platforma Horam

Platforma Zagros

Platforma Yarsan

Yarî Kurd

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA (Federasyona Elewiyên Kurdistanê)

NAV-YEK (Federasyona Komelên Êzidiyan)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK (Civaka Îslamî ya Kurdistanê)

Enstîtuya Kurdî – Almanya

Enstîtuya Kurdî – Bruksel

MŞD (Meclisa Şingalê ya Derveyî Welat)

YMK (Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzidiyên Sûriyê)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-Kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamyayê

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan Human Rights Association