Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê ku tê de 3 jin şehîd bûbûn, parlamenterên Swêd û Danîmarkayê daxuyanî dan.

Parlamenterên Swêd û Danîmarkayê êrişa dewleta Tirk şermezar kir
17 nîsan, 2020   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 3 jin tê de şehîd bûbûn, parlamenterên Swêd û Danîmarkayê daxuyanî dan.

Li gorî nûçeya ANF’ê parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh bi pêşniyarnameyeke niviskî dorpêç û êrişa bombeyî ya dewleta Tirk a li ser Mexmûrê anî rojevê, Partiya Gel a Sosyalîst û Lîsteya Yekitiyê ku li parlamentoya  Danîmarkayê komên wan hene, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir.

Kakabaveh wiha got “Li Tirkiyê rejîma Erdogan sûcê binpêkirina yasayên navneteweyî dike.” û bi bîr xist ku Tirkiye li dijî yasayên navneteweyî Efrîn dagir kir, Kurd bê cih û war kirin, êrişa dawî ya li ser Mexmûrê bi bîr xist û got: ”15'ê Nîsanê Kampa Penaberan a Mexmûrê bi zalimî bombe kirin. Êrişên Tirkiyê li dijî civaka navneteweyî çalakiyeke terorîstî ya krîmînal e û provokasyonek e.”

Kakabaveh xwest wezîra karên derve ya Swêdê êrişa li ser Mexmûrê şermezar bike û mijarê bîne rojeva Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî.

Her wiha Lîsteya Yekitiyê û Partiya Gel a Sosyalîst ku li parlamentoya Danîmarkayê komên wan hene, êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir.

Berdevka Polîtîkaya Karê Derve ya Lîsteya Yekitiyê Eva Flyvholm got: “Ez ji Wezareta Karên Derve dixwazim piştî bombebaranê êrişên li ser sivîlan were lêkolînkirin.”

Cîgirê serokê Partiya Gel a Sosyalîst Serdar Benlî jî got: “Divê civaka navneteweyî êrişê şermezar bike û bike ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tev bigere.”