Komîteya Aborî ya Jinan 17 hezar mask radestî şaneya aloziyê kirin

Komîta Aboriyê ya Jinan a bajarê Qamişlo 17 hezar mask bi armanca alîkariya kesên ku nikarin pêdiviyên tenduristî yên rojane yên li dijî Koronavîrusê bikirin, radestî Şaneya Aloziyê kirin.

Komîteya Aborî ya Jinan 17 hezar mask radestî şaneya aloziyê kirin
17 nîsan, 2020   10:38
QAMIŞLO

Mask bi daxuyaniyekê li Navenda Heyva Sor a rewşên awarte ya bajarê Qamişlo hatin radestkirin. Di daxuyaniyê de endama Komîteya Aboriyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Armanc Mihemed got: "Wê mask li taxên Qamişlo bi rêya komînan bên belavkirin. Ev însiyatîf bi rêkxistina Komîteya Aborî ya giştî hat kirin."

Armanc wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me mask li ser hêzên leşkerî belav kirin û wê belavkirin berdewam be, hejmara maskên ku hatine çêkirin gihaşt 40 hezarî."

Paşê hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîla Ehmed spasiya xebatkarên werşeyên Komîteya Aboriyê ya  Jinan li ser vê însiyatîfê kir.

Bi belavbûna Koronavîrusê li gelek dewletan re, buhayên maskan li gelek cihan pir bilind bûn û bi dest nakevin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ua2lG8RQlXA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>