Li Tûnisê plana belavkirina vîrusê di nava hêzên ewlekariyê de hate têkbirin

Wezareta Karên Hundir a Tûnisê duh ragihand ku planeke “terorîstî” têk bir ku hewl dida Koronavîrusê di nava hêzên ewlekariyê de belav bike. Wezaretê diyar kir ku 2 kes li başûrê welêt girtine.

Li Tûnisê plana belavkirina vîrusê di nava hêzên ewlekariyê de hate têkbirin
17 nîsan, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Tûnisê di daxuyaniyê de diyar kir ku Rêveberiya Têkoşîna li dijî Terorê planeke "terorîstî" ku hewl dida li wîlayeta Qubelî Koronavîrusê (Covid-19) di nava hêzên ewlekariyê de belav bike, têk bir.

Wezaretê ragihand ku kesê bi guman desthilata xwe ya manewî bi kar anî û endamên din ên "tekfîrî", nemaze kesên ku nîşaneyên Koronavîrusê li ser wan hene, li herêmê tehrîk dikirin da ku bi zanebûn li her cihî nêzî yekîneyên ewlehiyê bikuxin an jî belxemê biavêjin da ku wan bi vîrusê bixin.

Hêzên ewlekariyê lêpirsîn li ser kesekî kir ku li xwe mikur hat ku wan perspektîf ji kesekî girtine, lê ji ber tedbîrên xweparastinê yên hêzên ewlekariyê nedikarî pêk bîne.

Li Tûnisê heta niha 780 kes bi Koronavîrusê ketine û 35 jî mirine.

Hêzên Ewlekariyê roja duşemê kesê ku endamên terorîst tehrîk dikirin, girtin û endamê din jî di karantînayê de hiştine da ku testên wî yên Koronavîrusê bi dawî bibin. Wezaretê diyar kir ku kesê girtî beriya niha bi dozên edlî mîna "kiryarên terorîst" hatiye tawanbarkirin.