​​​​​​​Mesrûr Barzanî: Hêza ku Wezareta Pêşmerge şande Zînî Wertê, hêzeke hevbeş e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku Wezareta Pêşmerge hêzeke yekgirtî û hevbeş şandiye Zînî Wertê.

​​​​​​​Mesrûr Barzanî: Hêza ku Wezareta Pêşmerge şande Zînî Wertê, hêzeke hevbeş e
17 nîsan, 2020   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî daxuyaniya YNK’ê ya têkildarî aloziya li Zînî Wertê, daxuyaniyek da. Barzanî diyar kir ku ji bilî hêzên hevbeş û yekgirtî yên pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve, tu hêzeke din li devera Zînî Wertê nehatiye bicihkirin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku hêzên hevbeş tenê hêzên hikumetê ne û hikumet bi xwe biryar dide ku li ku derê bi cih bike.

Barzanî destnîşan kir ku komeke qaçaxçiyan hewl da hinek kesan bi qaçaxî derbas bikin û ev jî li dijî rêbazên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê bû û wiha da zanîn: “Ji bo pêşîlêgritina van binpêkirinan, Wezareta Pêşmerge hêzeke yekgirtî û hevbeş şande Zînî Wertê, lê belê mixabin di demekê de ku em li benda piştevaniya hemû aliyên di nava hikûmetê de bûn, komek diyarkirî bi armanc û bi nefeseke hizbîtî, hêza xwe ya hizbî li hember hêza hikûmetê livand û bi aşkera li dijî hikûmetê rawestiyan, bi hinceta ew sînorê partiyekî diyarkirî ye û hikûmeta herêmê nikare hêzên hevbeş tê de bi cih bike û ji bo vê armancê jî ketine çêkirina sûcdariyan û tevlihevkirina mijarên ne di cih de û nepeywendîdar.”

Barzanî wiha lê zêde kir: “Em bi tu awayekî rê nadin li Herêma Kurdistanê desthilatdariyên cuda li derveyî zagonan derkevin û astengiyê ji karên hikumetê re çêkin.”