Meclisa Tirbespiyê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kir

Meclisa navçeya Tirbespiyê bi piştgiriya Rêveberiya Xweser pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin.

Meclisa Tirbespiyê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kir
17 nîsan, 2020   09:09
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê dema qedexeya derketina derve dirêj kir, li ser ber vê yekê bandor li karê rojane yên welatiyan çêbû û zehmetiya debarê dikişînin.

Rêveberiyê biryar da ku madeyên xwarinê li malbatên hewcedar belav bike.

Rêveberiya ji navçeya Tirbespiyê dest pê kir. Vê sibehê Meclisa Navçeya Tirbespiyê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar belav kirin. Pakêtên xwarinê ji rûn, kel û pelên sivik û şekir pêk tên.

Hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Abdulrehîm Hiso da zanîn ku komînan navên malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, tomar kirin û li ser vî esasî pakêtên xwarinê hatin belavkirin.

Belavkirina pakêtên xwarinê bi rêya komînên navçeyê pêk tê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aKB7ktqr-gM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>