YNK’ê bang li serokê Herêma Kurdistanê kir ku fermana vekişîna hêzan ji Zînî Wertê bide

YNK’ê bi daxuyaniyekê bang li li serokê Herêma Kurdistanê kir ku fermana vekişîna hêzan ji herêma Zînî Wertê bide.

YNK’ê bang li serokê Herêma Kurdistanê kir ku fermana vekişîna hêzan ji Zînî Wertê bide
17 nîsan, 2020   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Mekteba Siyasî ya Yekitî Nîştimanî Kurdistan (YNK) têkildarî aloziyên li Herêma Kurdistanê, Kerkûk û vîrusa koronayê (Covid-19) civînek li dar xist. YNK’ê piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Li gorî nûçeya Rojnewsê YNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku PDK bi awayên cuda êrişên nerewa li ser YNK û berpirsên wê dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Destpêkê bi girtina komek heval û malbatên şehîdan ên YNK’ê, piştî wê jî anîna hêzeke Wezareta Pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê a bi hinceta metirsiya belavbûna vîrusa koronayê. Em wek YNK bang li serokê Herêma Kurdistanê dikin ku wek fermandarê giştî yê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê, her wiha li ser daxwaza rewa ya xelkê derdora Zînî Wertê, bi awayekî lezgîn fermana vekişîna hêzan a ji Zînî Wertê bide.”